.
Wêne: Tomas Oneborg/TT, Emil Langvad/TT

Hikûmet dixwaze kirîna seksê li derve jî qedexe bike

1:54 min

Hikûmet dixwaze kirîna seksê yanî fuhûşê, li derveyî Swêdê jî, li hevwelatiyên xwe qedexe bike.

Hikûmetê îro pêşniyaza xwe ya qanûnekê ya ku kirîna seksê ji aliyê hevwelatiyên swêdî ve, li derveyî Swêdê, wekî tawan bi nav dike, hinarte cem şîretkariya qanûnî.

Wezirê dadê Morgan Johansson dixwaze ku ji meha heft ya sala 2018ê dest bi vê qanûnê bihê kirin. Ew diyar dike ku mebest ji derxistina qanûneke weha rawestandina vê ticareta bi mirovan e.

Her çiqa lêkolînerê taybet yê hikûmetê ne bi pêşniyazeke weha re bû, lê bi gotina wezîrî ew vê pirsgirêkê gelek giringî dibînin.

Swêd yekemîn welat bû, beriya 20 salan, kirîna seksê li Swêdê bi qanûnekê qedexe kir. Niha hikûmet dixwaze gaveke din di wî warî de bihavêje û hevwelatiyên xwe yên li derveyî Swêdê yên seksê dikirin jî ceza bike.

 Di wê pêşniyaza qanûnê de hatiye nivîsîn ku kirîna seksê û li her derê bihê kirin tawanek ne qebûlbar e. Bi dîtina wezîrê dadê kesên seksê dikirin dibin alîkarên ticareta bi jin û zarokan re.

Rexne li ser vê pêşniyazê hene û yek ji wan ew e ku kirîna seksê li piraniya welatên din ne qedexekirî ye û dê ji polîsê Swêdî re zehmet be lêkolînê li wan welatan li ser swêdiyên seksê dikirin bike.

Sosyaldemokrat (S), Partiya Jîngehê (MP), Partiya Çep (V) û Demokratên Mesîhî (KD) bi qedexekirina sekskirînê li derve re ne, lê Moderat (M), Partiya Navendê (C), Liberal û partiya Demokratên Swêdê li dijî pêşniyazeke weha ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista