Wezîra derve Margot Wallström.
Wezîra derve Margot Wallström. Wêne: Alexander Larsson Vierth/TT

Piştî biryara Trumpî Wallströmê pêşniyazek kir

1:54 min

Piştî biryara Donald Trumpî ya doh ku Quds wekî paytexta Îsraîlê nas kir, Swêdê, tevî çend dewletên din, daxwaza civînekê ji civata ewleyiyê li Neteweyên Yekbûyî kir.

Wezîra derve ya Swêdê Margot Wallström ev ji Rayoya Swêdê re eşkere kir û got ku pir giring e NY yekser li ser vê pirsgirêkê bicivin. Bi dîtina wê ev ya ku Amerîkayê kirî wekî gaveke bê plan tê dîtin û dikare bitahlûke be.

Wezîra derve diyar dike ku hem Yekîtiya Ewrupayê û hem Neteweyên Yekbûyî Qudsê wekî paytexta hem îsraîlî û hem filestîniyan dibînin û divê çi guhertin di vê de neyên kirin heta gotûbêjên derbarê wê timam nebin.

Wezîra derve Margot Wallström niha li Nemsayê ye û dê sibehî bi wezîrê derve yê amerîkî Rex Tillersonî re bicive. Ew dixwaze ji Tillersonî bipirse ka gelo Amerîkayê planeke din ya mezin û domdirêj ji bo pirsgirêka Rojhilata Navîn heye.

Karvedanên mezin li ser biryara doh ya Trumpî, ya naskirina Qudsê wekî paytexta dewleta îsraîlê û veguhstina sefareta amerîkî ji Tel Abîb bo Qudsê, li gelek ciyan li dunyayê hebûn.

Serokwezîrê îsraîlê kêfxweşiya xwe diyar kir û ew bi biryareke dîrokî bi nav kir. Lê li aliyê din filestînî pir aciz û nerazî ne. Filestîn, ereb û misilman Qudsê wekî sembola misilmanan dibînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".