Amineh Kakabaveh Koranen Erdal Kan
Nêrîna Amîneh Kakabaveh a li islamê tê gotûbêj kirin. Wêne: Besir Kakvak & TT & privat

Gelo Amineh Kakabaveh îslamofob e?

6:04 min

Navbera Amineh Kakabaveh û rêvebiriya partiya ku ew parlamentera wê ye Partiya Çep nexweş e. Netîceyên vê aloziya navxweyî niha pir vekirî xuya dikin û sebebeke bingehîn nêrîna li islamê ye.

Erdal Kan endamê Partiya Çep (Vänsterpartiet) li herêma Botkyrka ye. Ew yek ji wan kesan e ku rexneyan li Kakabaveh dike û dibêje: 

Di çavê misilmanan de Amineh Kakabaveh islamofob e, ji ber ku ew tim behsa islamê dike. Ew ne bi pirsgirêkan ve, lê bi dîn ve mijûl e.

Kakabaveh van rexneyan qebûl nake û dibêje:

Bê çawa li Rojhilata Navîn îslamîst rê nadin tu fikrên cuda, dixwazin li vira jî rexneyên li hemberî îslama siyasî bibirin.


Amineh Kakabaveh ev neh sal in di parlamenê de ye û weke yek ji parlamenterên Partiya Çep ên herî çalak tê hesibandin.
Lê rêvebiriya partiyê ji bo hilbijartinên sala bê Amineh Kakabaveh nekiribû lîsteya berendamên parlamenê û ev weke netîceya aloziya navbera wê û partiyê hatibû şîrove kirin. 

Herçend piştre bi rayên endaman navê Amineh kete lîsteya namzetan jî, ew ne di ciyekî ku bikaribe were hilbijartin de ye.


Beşir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".