Anders Ygeman û Urban Ahlin.
Anders Ygeman û Urban Ahlin. Wêne: Ari Luostarinen/TT och Christine Olsson/TT.

Serokê parlemanê rastî tohmetan bû

1:38 min

Serokê Parlemana Swêdê Urban Ahlin (S) amade ye di her lêkolînekê de derbarê tohmetên li wî tên kirin hazir be.

Dora 30 kesên nenas şikyat ji reftaên serokê parlemana Swêdê Urban Ahlin kirine. Di wan gazindeyan de, yên ku doh rojnameya Dagens Nyheter weşandine, behsa gef, heqaret û desthavêtinên Ahlin li hember jinan tê kirin.

Di nava wan gazindeyan de behsa bûyreke ji sala 2008ê jî heye. Tê de jinek Urban Ahlin, yê ku hîngê peyivdarê siyaseta derve ya partiya Sosyaldemokratan bû, bi desthaêtina cinsî bo ser wê tohmetbar dike.

Urban Alhlin bi xwe, di axiftina xwe de bo Radyoya Swêdê, vê û gazindeyên di Dagens Nyheter de red dike.

Ew diyar dike ku wan di wextê xwe de lêkolînek derheqa wê gazindeyê kiribû û ew pirs bi dawî hatibû. Lê ku pêwîstî bi lêkolîneke din hebe ew jê re amade ye.

Her derbarê vê pirsê serokê koma Sosyaldemokratan li palemanê Anders Ygeman bi wê bawerê ye ku lêkolîneke nû ya navxweyî derbarê van gazindeyan dikare bê kirin.

Bi gotina wî, wan her li gel kampanya #MeToo grup û kanalên taybet ji bo van pirsgirêkan çê kirine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista