Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Endma birêvebriya şaredariya Vellinge Carina Wutzler (M). Foto: Johan Nilsson/TT.
Endma birêvebriya şaredariya Vellinge Carina Wutzler (M). Wêne: Johan Nilsson/TT.

Ji bo nûhatiyan li Vellinge kurs dibin îcbarî

2:28 min

Li gor biryareke nû ya şaredariya Vellinge eger penaberên nûhatî SFI û kursa zanyariyên derbarê civakê nexwînin dê alîkariya sosyalê nestînin.

Eger penbarên nûhatî beşdarî xwendina Swêdî ya ji bo mihaciran SFI û kursa zanyariyên derbarê civaka swêdî nebin û di îmtîhana wan de sernekevin dê şaredarî pereyên alîkariyê ji wan qut bike.

Moderatan li şaredariya Vellinge pêr biryarek weha daye û ew dê ji destpêka sala 2018ê wê bi cî bînin.

Bi dîtina endama birêveberiya şaredariya Vellinge ji partiya Moderatan Carina Wutzler divê mirov merc û daxwazan deyne ber nûhatiyan û herweha gerek e ew bi zelalî jî bizanin ka beriya wergirtina îqameyê çi ji wan tê çaverê kirin.

Li gor wê gelek kes beşdar nabin di wan kursên xwendinê yên şaredarî jê re dest nîşan dike û ji ber hindê ew ji sala nû wê dikin îcbarî ji bo hemî nûhatiyan.

Di van salên dawiyê de hem Sosyaldemokrat û hem Moderat şertên girantir têxin ber penaberên nû tên Swêdê.

Yek ji wan şertên ku li gel sala nû dest pê dike ew e ku pêwîst e penaberên nûhatî ew kar yan xwendina ji wan re tê pêşniyaz kirin qebûl bikin. Eger ew çi ji wan herdu pêşniyazan qebûl nekin şaredariyan mafê rawestandina alîkariyên wekî alîkariya sosyalê û kirênameyê heye.

Lê şaredariya Vellinge ku Moderat tê de serdest in gavek ji vê zêdetir avêtiye û erka integrasyonê kir îcbarî. Ev ne bi dilê Sosyaldemokratan e û endamê wan yê şaredariya Vellinge Björn Axtelius vê erka îcbarî baş nabîne.

Her çiqa Axtelius jî bi wê re ye ku hîbûna swêdiyê û dersên derbarê civaka swêdî ji bo nûyhatiyan giring in, lê bi nerîna wî întegrasyon dualî ye.

Bi gotina wî bikaranîna terma întegrasyona îcbarî wekî bikaranîna şivikê ye li xwendegehê û sîgnalek şas dide penaberên nûhatî û dibe rêgir li ber hewesa întegrasyonê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".