Dilsa Demirbag Sten, Nobelmiddag
Dilsa Demirbag Sten: "Mîna ku mirov here Gröna Lund". Wêne: TT

Roja yekşemê şîva Nobelê tê dayin

4:29 min

10ê kanûnê roja Nobelê ye. Her sal di vê rojê de li belediya Stockholmê şîva Nobelê tê xwarin. Li vir qiralê Swêdê bixêrhatina xelatgiran dike û xelatgir spasiyên xwe pêşkêş dikin. Yek ji kesên ku îsal wê beşdarî şîva Nobelê bibe Dilşa Demirbag Sten e.

10ê kanûnê roja Nobelê ye. Her sal di vê rojê de li Blå Hallen, ango Eywana Şîn, ku li belediya Stockholmê Stadshuset e cejna Nobelê tê li dar xistin. Xelatgirên Nobelê, qiral û malbata xwe, siyasetvan, akademîsyen, kesayetên ji cîhana bazirganiyê ku xisûsî hatine vexwendin li wir li hev dicivin. 

Gava ew têne Eywana Şîn, qiralê Swêdê bixêrhatina mêvanan dike. Her mêvanek li cem kesayetek swêdî rûdine û tev de şîva nobelê ya taybet dixwin. Piştî şîvê êdî xelatgir axavtineke kurt pêşkêş dikin. Ev rêwrisma çar saetî li Swêd û gelek dewletên din zindî di televîzyonê de tê weşandin. 

Îsal wê derdorê 1300 kesî beşdarî şîvê bibin û yek ji kesayetên ku hatiye vexwendin rojnamevan û nivîskar Dilşa Demirbag Sten e.

Dilşa dibêje berya çar heftiyan vexwendin bi riya nameyê jê re hatiye û di destpêkê de wê bawer nekiriye.


Beşir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se


"Min got belkî name şaş hatibe”

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".