Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
Wêne: Jessica Gow/TT
Zarok.
Guhdar bike
(2:58 min)

Zarokên bitenê wenda dibin û kes li dû nagere

Hat weşandin måndag 11 december 2017 kl 09.57

Ew zarokên bi tenê tên Swêdê û ji malên lê dimînin wenda dibin, di piraniya caran de dikevin nav xefkên tawankarî û leşfirotinê de. Raporeke nûneriya zarokan BO, ku saziyeke dewletê ye, vê diyar dike.

Berpirsiyara lêkolînan di saziya nûneriya zarokan de Anna-Karin Hildingson Boqvist ji zardevê wan zarokan dibêje:

- Ew zarok wesfa wê dikin ka ew çawa ji nav şer, teror, gef û şîdetê wekî penaber tên Swêdê, Paşî ew li malekê li Swêdê bicî dibin û li wê derê beşekê wan zarokan rastî gef, şîdet û destdirêjiyan dibin û ev dike ku ew jê birevin.

Nûneriya zarokan ji bo vê lêkolîna xwe hevpeyivîn bi 41 zarokên bi tena serê xwe hatine Swêdê re kirine. Ew zarok ji welatên cur bi cur û ji temen û paşxaneyên cihê ne. Ji sala 2014ê û heta niha 1700 zarokên bi tenê hatibûne Swêdê wenda bûne.

Rapor biçûkkirina di derheqa wan de çê dibe û destdirêjiyên li ser wan tên kirin, wekî hinek ji sedemên reva wan dest nîşan dike.

Herweha tirsa wan zarokan ku daxwaza wan ya mafê penaberiyê li Swêdê neyê qebûl kirin tesîrê li wan dike. Penaxwaz niha du salan dimînin li benda bersiva Daîreya Koçê li ser daxwaza wan ya ji bo îqameyê li Swêdê.

Lê çima ji bo van zarokan mana li cade û kolanan çêtir e ji wan malên bi kêmasî? Anna-Karin Hildingson Boqvist diyar dike ku bi gotina wan zarokan ew çi rêyek din li ber xwe nabînin. Ew naxwazin zêdetir li wan malan bimînin û ew kesê qaşo dê sexbêrî li wan bikira û ew biparastina, li wan malan destdirêjî û tehdeyê li wan dike.

Beşek ji wan zarokan di wan hevpeyivînên pê re hatine kirin de behsa wê dikin ka ew çawa ji bo demek dirêj li cade û kolanan dijîn û kesê pirsa wan nekiriye.

Nûneriya zarokan di vê rapora xwe de şîretê li hikûmetê dike ku ew malên zarok lê dimînin ewletir lê bên û karmend bi zanîneke baş bên perwerde kirin. Ew herweha dixwaze ku aliyên berpirsiyar, wekî her zarokek wendabûyî li dû van zarokan jî bigerin û wan peyda bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".