Benyamin Netanyahu och Margot Wallström
Şiroveya Wallström li ser gotina Netanyahus ya îro. Wêne: Emmanuel Dunand/TT och Pontus Lundahl/TT
Serdana Netanyahu ya Yekîtiya Ewrûpa

Wallstöm: Em li ser qerara xwe ne

2:09 min

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu di seredana xwe de bo Ewrûpayê bi wezîrên derve yên Yekîtîya Ewrûpayê re civiya.

Wî hêvî kir ku bêhtir dewletên ewrûpî Qudsê wekî paytexta Îsraîlê qebûl bikin û balyozxaneyên xwe ji Tel Abîbê bibin wê derê.

Lê wezîra karûbarên derve ya Swêdê Margot Wallström piştî wê civînê, ragihand ku ne Swêd û ne çi welatekê din yê YE ji gavek weha re amade ye. Wê got ku ew li ser qerara xwe ne ku Quds paytextek e ji bo du welatan.

Wallstöm herweha rexneya Komîteya Cihûyî ya li Amerîkayê red kir ku piştî sotina kenîşteya cihûyan, êvara roja înî li Göteborg, gotibû ku Swêd bi ciddî li xeterên dijatiya semîtîsmê li Swêdê nanere.

Wê got ku ew demek dirêj e di gotûbêjan de ne li gel civatên cihûyan û ew bi giringî miameleyê bi vê pirsgirêkê re dikin. Ew wekî nimûne li xwendingehan û di warê ewleyiyê de bi polîsan re li ser vê pirsê kar dikin. Lê herweha jî diyar kir ku divê ew li ser wê rabiwestin ka ew dikarin hîn jî çi zêdetir bikin.

Wallström ji Radyoya Swêdê re got heta ku kesek cihû, bi tenê jî li Swêdê hest pê dike ku ew nikare bibêje ew cihû ye, karek giring li ber me ye ku em bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".