Man framför dator med hemsida på skärmen. Migrationsverkets logotyp på papper i kuvert.
Wêne: Emelie Rosén/Nils Lindström/Sveriges Radio

Çîrokên sexte difiroşin penaxwazan

3:32 min

Beşê nûçeyan yê Radyoya Swêdê îro eşkere kir ku hinek kes û malper bi awayek sîstematîk çîrokên penaxwaziyê yên sexte difiroşin kesên dixwazin îqameyê li Swêdê bistînin.

Yek ji wan yên çîroka xwe ya sexte kiriye zilamek e, me nav lênaye Hamid û dengê wî jî guhertiye. Ew weha behsê serhatiya xwe dike:

- Daxwaza min hatibû red kirin û ez ditirsiyam min vegerînin Îranê. Wê çaxê min bihîst ku hinek alîkariyê ji bo wergirtina îqameyê dikin. Wan malperên siyasî difirotin. Min jî malperek ku çend salan çalak e û rexneyan li rijêmê dike ji wan kirî. Ez bûm xwediyê wê û wan di nûjenkirina wê de alîkariya min kir, her wekî ew malper her ya min bi xwe bû.

Hamidî mafê îqameyê li Swêdê bi wan belgeyên xwe yên sexte wergirt. Wî ji bo cara yekê jî li vir, li swêdê guh li xizmeteke weha bibû.

Radyoyê bi telefonê peywendî bi xwediyê wê malperê kir. Ew kes çîrokên sexte yên penabaeriyê difiroşe û alîkariya kesên dixwazin bên Swêdê dike ji bo ku ew li ser bingehên sexte vîzeyê bistînin.

Nûçegihanê radyoyê daxwaza alîkariyê ji wî zilamî dike ji bo anîna biraderekê îranî bo Swêdê. Ew zilam di bersiva xwe de dibêje xem nake, ew dê hertiştî bi serûber bike. Tevî ku ew bala wî dikşînin ser wê ku ew birader ne siyasî ye û çi sedemên îqame wergirtinê jî nînin.

Zilam di bersivê de sozê dide û dibêje her çi ya pêwîst be ew dê bikin. Ew dê malperekê dewrî wî biraderî bikin û dê çîrokek munasib, wek ku ew rexnegirekê rijêmê ye, jê re çê bikin. Heqê hemiyê dora 60 000 kronî ye.

Wextê Nûçegihanê radyoyê jê dipirse ka şansê wergirtina îqameyê bi vî terzî çend e, zilamê qeçaxçî dibêje:

- Ez sedîsed garantiya wergirtina îqameyê didim.

Mirov nikare bizane ka çend çîrokên weha sexte yên penaxwaziyê tên firotin, yan çend kes îqameyê pê werdigirin. Lê Radyoya Swêdê sê halet li Swêdê dîtine ku penaxwaz bi xwe dibêjin ku wan çîroka xwe ya penaxwaziyê bi wî rengî kiriye.

Gelek kesên ku baş haya wan ji pêvajoya penaxwaziyê heye wê piştrast dikin ku ev rengê firotina îrokên sexte di nav gelek neteweyan de heye.

Ev kar ji aliyê rêzeke malperan ve tê kirin. Beşê nûçeyan yê Radyoya Swêdê lêkolîn bi taybetê derbarê sê malperên bi farisî kiriye ku bi rengekê sîstematîk tîcareta firotina çîrokên sexte dikin, û pakêtek timam difiroşin kesê dixwaze bê Swêdê.

Wan kes û malperan herweha xizmetên ji wî rengî bo wan jî hene yên ku dixwazin mafê îqameyê ji bo nimûne li Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê, Birîtanya û Elmanya werbigirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".