Patrik Engström, şefê polîsê sînoran.
Patrik Engström, şefê polîsê sînoran li destê rastê. Wêne: Lars Pehrson / SvD / TT, Noella Johansson/TT

Ciwanên penaxwaz xwendinê îstîsmar dikin

1:45 min

Eger biryara derxistina kesekê penaxwaz yê ciwan ji Swêdê derket û wî yan wê, ji bo xwendina lîseyê daxwazname pêşkêş kiribe, polîs nikare wê biryarê bicî bîne û wan dersînor bike.

Di havîna îsal de guhertinek di qanûna lîseyan de çê bû. Li gor wê guhertina di qanûna de divê ciwanên penxwaz îmkana timamkirina xwendina xwe ya lîseyê hebe.

Heta ew kesên bes daxwaznameya xwe ya ji bo xwendinê pêşkêş kiribe, heqê wan e li benda bersivê bimînin. Êdî penaxwaz jî vê ji bo ku demek dirêhtir li Swêdê bimînin îstîsmar dikin.

Patrik Engström şefê polîsê sînoran ji Radyoya Swêdê re dibêje her kes dikare daxwaznameya xwendinê pêşkêş bike.

Bi gotina wî xetera wê heye kesên tawanekê bikin û biryara dersînorkirina wan derkbikeve, vê derfetê bi kar bînin û li gor qanûnê daxwaza xwendina lîseyê bikin.

Li gor Engströmî eger ew kes weha bikin û heta eger dadgeh biryara derxistina wan ji Swêdê bide, polîs ji ber vê qanûnê nikare wan dersînor bike.

Patrik Engström eşkere dike ku ew di çend hefteyên derbasbûyî de neçar bûn dersînorkirina çend kesan ji ber xwendina wan ya lîseyê rawestînin.

Ji vê gotina şefê polîsên sînoran diyar dibe ku kesên mafê xwendina lîseyê hebe dikarin daxwaznameyên ji bo xwendinê li dû hev pêşkêş bikin û weha dersînorkirina xwe rawestînin yan gîro bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".