Patrik Engström, chef för gränspolisen. Man framför dator med hemsida på skärmen.
Patrik Engström, şefê polîsên sînoran . Wêne: Jonas Ekströmer/TT û Emelie Rosén/Sveriges Radio.

Polîs tîcareta çîrokên sexte naşopîne

1:50 min

Tevî ku ev çend sal in haya polîs ji tîcareta bi cîrokên sexte heye lê ew bi dû wan nakevin.

Ticaretek weha bi dîtina wan bisporên Radyoya Swêdê pê re axiftiye, ne qanûnî ye. Polîs jî pê dizane ku tîcaretek weha ya sextekirina zanyariyan bi merema standina îqameyê heye, lê wan ew neşopandine.

Haya şefê polîsên sînoran Patrik Engström jê nebûye ku yek lêkolîn jî girêdayî vê pirsgirêkê hatibe kirin.

Bi gotina Patrik karekê weha pêwîstî bi gelek çavdêrî û lêkolînên di nava înternetê de heye û ev jî di warê ekonomî de zêde buha ye. Ew wê jî diyar dike ku cezaya tawanek weha li Swêdê dê gelek nizim bûya. Her ji ber van egeran jî ew wan pirsan naşopînin.

Patrik dibêje heta eger ew hez bikin li ser pirsên ji vî rengî kar bikin, ew ji ber tawanên di giringiyê de li pêştir in pê re nagehin.

Daîreya Koçê jî bi awayek sîstematîk derbarê çîrokên sexte yên penaxwazan kar nake. Lê Fredrik Bengtsson  berpirsiyarê ragihandinê li Daîreya Koçê diya dike ku karmendên wan zanînek baş derbarê vê pirsgirêkê heye.

Fredrik herweha dibêje ew berdewam awayê karkirin û metodên xwe pêş de dibin û lêkolînerên xwe perwerde dikin ji bo ku ew di karê xwe de zîrektir bin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".