Mikael Sjöberg, birêveberê giştî yê Daîreya Karî
Mikael Sjöberg, birêveberê giştî yê Daîreya Karî Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Daîreya Karî pêşbîniya kêmbûna bêkariyê dike

1:47 min

Pêşbîniya Daîreya Karî ji bo rewşa karî li Swêdê di salên 2017 – 2019 de diyar dike ku bêkarî dê kêmtir be.

Li gor wê rapora pêşbîniyê ya ku Daîreya Karî îro belav kiriye xuya dibe dê derfetên xebitandin û mijûlahiyê yên wekî praktîkê ji bo 227 000 kesan zêde bin.

Bi gotina Mikael Sjöberg, birêveberê giştî yê Daîreya Karî, tê çaverê kirin ku ji 10 karan 8 ji bo wan bin yên li derveyî Swêdê ji dayik bûne, ku bêkariya herî mezin jî di nava wan de ye

Hejmara bêkarên xwe li cem Daîreya Karî qeyd kirine dê îsal dakeve bo 364 000 kesan û di sala 2018 de ew hejmar dibe 357 000 kes û dê di sala 2019 de hîn jî kêmtir be û bigihîje 351 000 kesan.

Mikael Söberg di axiftina xwe de li gel Radyoya Swêdê got ku dibe mirov ji bo bidestxistina karî ciyê mana xwe biguhore bo ciyekê ku kar lê hene, lê bi gotina wî dikare problema xaniyan ji gavek weha re rêgir be. Wî xwendin bi giringtirîn wesîle ji bo bidestxistina karî bi nav kir.

Ji bo vê pêşbîniyê dîdar li gel 11 000 xwediyên karan yên şexsî û resmî hatine kirin. Encamên pêşbîniyê biêztirbûna bazara karî li Swêdê nîşan didin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".