.
Wêne: Martina Holmberg / TT

Temenê teqawidiyê tê bilind kirin

2:45 min

Temenê herî zû ji bo wergirtina teqawidê û yê herî zêde bo karkirinê tên zêde kirin. Grûpa Teqawidê (Pensionsgruppen) li parlemanê ev pêşniyaza xwe îro pêşkêş kir.

Lukman Bamerni 53 salî ye û operator e li şîrketeke teknîkê. Ew dibêje ku kes hene hez dikin zêdetir kar bikin, lê ew bi xwe ne li gel bilindkirina temenê teqawidê ye û hez dike zûtir teqawid bibe, ji bo ku berî mirinê jiyanek xweş bijî.

Şeş partiyên di parlemana Swêdê de li ser pêşniyazekê derbarê guhertinê di sîstema teqawidê de li Swêdê li hev hatine. Wan îro pêşniyaza xwe di parlemanê de pêşkêş kir.

Li gor wê pêşniyazê mirov herî zû dikare di jiyê 64 saliyê de xwe teqawid bike. Berî niha mirvo dikaribû wê di jiyê 61 saliyê de bike.

Ev pêşniyaz herweha wî mafî dide mirovî ku heta 69 saliyê kar bike. Heta niha mirov herî zêde dikaribû heta 67 saliyê kar bike.

Lê xwediyên karên taybet ne bli gel zêdekirina temenê mana li karî ne bo heta 69 saliyê . Bi dîtina Peter Jeppsson  cîgirê birêveberê rêxistina sanayî û ticareta swêdî (Svenskt Näringsliv) divê herdu alî, xwediyê karî û karmend li ser berdewambûna di karî de du salan zêdetir li hev werin.

Niclas Lindahl ji rêxistina xwediyên karên resmî di nava şaredarî û wîlayetên Swêdê de vê baş dibîne. Bi dîtina wî ev rê dide gelek kesan ku çend salan zêdetir ji xwe re kar bikin û teqawidek baştir bistînin.

Li gor vê pêşniyazê, divê gav bo gav teqawida garantîkirî jî bê zêdekirin. Teqawida garantîkirî ew e ya ku her kes, yê kar kiribe yan kar nekiribe, li Swêdê di temenê teqawidyiê de wê distîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".