Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i en industrilokal. Giftig rök sprider sig österut mot Giraffens köpcentrum. Alla som befinner sig i området bör bege sig därifrån. Boende i området uppmanas att gå inomhus och stänga dörrar, fönster och ventilation. För mer information lyssna på Sveriges Radio P4 Kalmar.
(Publicerat igår kl 17.16)
.دەزگای کەشناسیی سوید هۆشیاری پلە سێی بەهۆی توانەوەی بەفرو هەستانی لاڤاوەوە لە هەرێمی یاڤلەبۆرێ ڕاگەیاند
Danyar Mohammed, pizzabagare i Jokkmokk.
Danyar Mohammed. Wêne: Johanna Hövenmark/Sveriges Radio
Guhdar bike
(3:34 min)

Îqameya Danyar Mohammd hat dirêj kirin

Hat weşandin torsdag 14 december 2017 kl 14.39

Îqameya pîzeçî Danyar Mohammed hat dirêj kirin bo du salên din. Daîreya Koçê ev biryara xwe doh ragihand.

Danyar Mohammed berî neh salan ji Kurdistana Îraqê hat Swêdê. Xwe zû hînî swêdiyê kir. Wî li Jokkmokk, wekî pîzeçî bi awayekê resmî kar dikir û miaşê xwe werdigirt, lê Daîreya Koçê, daxwaznameya wî ya îqameyê li Swêdê, bi sedema ku miaşê wî li gor peymana kolektîv 460 kronan kêmtir e red kir.

Xwediyê xwaringehê ew çendsed kron her zû li miaşê wî zêde kirin, lê Daîreya Koçê her ma li ser biryara xwe.

Danyar gazindeya xwe gihande Dadgeha Koçê (Migrationsdomstolen) û bi belge diyar kir ku miaşên wî yên salên 2013 heta 2016 li ser hev mehane 230 kronan bêtir in ji ya kolektîv li ser hev. Lê Dadgeha Koçê ew şikyata wî red kir.

Danyar bi alîkariya rêxistina Navenda Dadmendiyê (Centrum för rättvisa) şikyata xwe bir bo cem Dadgeha Bilind ya Koçê û wê heq da Danyarî. Herweha dadgehê biryar da ku di pirsên ji vî rengî de divê Daîreya Koçê tevaya rewşê li ber çav bigire û tiştên biçûk yên dikarin bên serrast kirin neke bingeh bo biryardanê.

Niha îqameya man û karî li Swêdê ji bo Danyarî bo du salan hat dirêj kirin. Ew derbarê biryarê û hestên xwe û siberoja xwe li Swêdê ji bo beşê kurdî yê Radyoya Swêdê aixft.

Ji bo bihîstina hevpeyivîna bi Danyar Mohammdeî re guhdariya dengê li jor bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".