Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
. Wêne: Maja Suslin/TT
Qanûna terorê tê şidandin
1:36 min

Îro pêşniyazek ji wezîrê dad û karûbarên navxwe yê Swêdê Morgan Johansson (S) re derbarê şidandina qanûna li dijî terorê hat pêşkêş kirin.

Ev pêşniyaz li ser wê bû ka çawa beşdarbûn di rêxistinên terorîst de û piştgirî û alîkarîkirina wan bi awayên cur bi cur dikare bê sizadan.

Lêkolînerê taybet yê hikûmetê Stefan Johansson di vê pêşniyaza xwe de daxwaza guhertina di qanûna terorê de dike wekî nimûne beşdarbûn di karûbarên terorîstî de bê siza dan.

Li gor ajansa nûçeyan TT, Stefan dibêje êdî wextê qanûnek swêdî ya weha ye. Ew diyar dike ku niha kesên di çalakiyên rêxistinên terorîst de wekî Daişê beşdar dibin, nayên sizadan.

Ev qanûn dikare herweha bê bikaranîn li dijî kesên alîkariya ragihandinê yan zanyariyan pêşkêşî rêxistinên terorê dikin, yan jî miameleyê bi wan re dikin.

Sêwrimendê qanûnî Stefan Johansson tekezê li wê dike ku hebûna mirovî li ciyekê ku wekî mînak di bin tesîra Daişê de ye têrê nake ku mirov pê bê sizadan. Lê bi dîtina wî bi qanûnek weha re dê hêsantir be ew kesên ji bo piştgiriya rexistinên terorîst seferê dikin Îraq û Sûriyê bên sizadan.

Piştî kiryara terorîst ya ku meha çar ya îsal li Stockholmê çê bibû hikûmetê grûpeke lêkolînê bo guhertinê di qanûna terorê de pêk anî.

Berpirsiyarê wê grûpê şêwirmendê qanûnî Stefan Johansson îro pêşniyaza xwe derbarê wê guhertinê pêşkêş kir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".