Mistefa Aydogan, Reşo Zîlan û Michael L. Chyet
Mistefa Aydogan, Reşo Zîlan û Michael L. Chyet Wêne: Privat.
Civîna Kurmancî:

Sî salên xebatek bê navbir

8:13 min

Roja şembiyê koma Kurmanciyê dest bi civîna xwe ya heftrojî li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê kir.

Çend şehrezayên ziman û devokên kurdiya kurmancî, ku piraniya wan yên di vê civînê de beşdar in, ji Swêdê ne. Ew di van rojên civînê de herroj, pirtir ji heşt seetan, li ser parastin û demlemendkirina kurmanciyê dixebitin.

Ev sih sal in, bê beramber û bê navbir ew vî karî dikin. Vê xebatê sala 1987ê, bi însiyatîfa Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, sexmeratî xizmeta pirsên kurdiya kurmancî dest pê kir.

Her sal du civîn, yek li buharê û yek li zivistanê tên kirin. Ev civîna 61 yekê ye. Babetên her civînekê jî dibin hejmareke kovara Kurmanciyê û heta niha 60 hejmar jê derkeftine.

Reşo Zîlan, her ji roja despêkrinê û heta niha tê de ye, ew serokê komê ye û beşdarî hemî wan 61 civînan bûye. Ew civînê bi rê ve dibe.

Bi gotina Reşo Zîlan wan heta niha peyiv û gotin ji klasîken kurdiya kurmancî, ji nav miletî, ji herêmên cuda cuda, ji kitêbên ji perçe û herêmên cur bi cur yên Kurdistanê wergirtine û qeyd kirine. Wan herweha termên nû ji bo adaptekirina zimane xwe li gel jiyayan serdem çêkirine. Bi dîtina wî di tarîxa kurdan de ev cara pêşîn e grûpek dikare pitir ji 30 salan pêk ve kar bike. Bi texmîna Zîlanî wan heta niha dora 8 000 hezar gotin qeyd kirine.

Lê tevî karên komê yên baş, ew kêmasiyên xebata van 30 salan jî berçav dike. Bi gotina wî ew nikaribûn ji ber nebûna îmkanên aborî gelek devokzanan ji herêmên cuda yên Kurdistanên dawetî civînan bikin.

Kêmasiya din jî ya ew behis dike nebeşdarbûna jinan e di vê xebatê de. Sedem jî li gor wî jiyana li derveyî Kurdistanê ye û kar û mal e. Ew dibêje hebûna jinan di vê xebatê de hêja û gerek e û jin stûna zimanê kurdî ne.

Michael L. Chyet zimannasê amerîkî û beşdarekê vê civînê ye. Ew îşaretê dide feydeyê van civînan, lê ew dibêje xwezî nûnerên hemî herêmên Kurdistanê di van civînan de hebûna.

Bi dîtina wî eger mirov bixwaze xebata vê komê çêtir lê bike, divê ew di dariştina termînolojiya nû ya kurdiyê de hemî lehceyên din yên kurdiyê li ber çav bigirin û îstîfade jê bikin. Ew vê ne bes ji bo çêkirina zimanekê neteweyî giring dibîne lê wê herweha di avakirina netweyê de bi gelek giring dizane.

Mistefa Aydogan mamosteyê kurdiyê û nivîskar e û ew jî di civîne de beşdar e. Bi gotina wî hem ew bi kêrî civînê tên û hem civîn bi kêrî wan tê. Ew di axiftina xwe de bo me diyar dike ku her kes babetê xwe pêşkêş dike, lê hemî beşdar tevlî wê xebatê dibin û divê ji bo tesbîtkirinê li hev bikin.

Reşo Zîlan di dawiyê de ji me re eşkere dike ku ew dê her hemî  60 hejmarên kovara Kurmancî û fêhrista gotinan di berhevokek ducildî de li Stembolê çap û belav bikin. Ew texmîn dike ku ew kar di hundirê du sê salan de biqede.

Ji bo guhlêbûna hemî sohbetên wan ji kerema xwe li dengê li jor guhdarî bikin.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".