Stefan Löfven.
Serokwezîr Stefan Löfven. Wêne: Kicki Nilsson/TT

Hikûmetê qanûna razîbûnê pêşkêş kir

1:38 min

Hikûmetê doh pêşniyaza xwe ya ji bo qanûna razîbûna dualî pêşkêş kir. Armanc jê girantirkirina cezaya tecawiziyê li Swêdê ye.

Li gor vê pêşniyazê ya ku komîteya tawanên cinsî, ku hemî partiyên parlemanê tê de ne, amade kiriye, divê seks dilwaz be yanî bi rizaya herdu terefan be.

Bi gotina serokwezîr Stefan Löfven hikûmet bi vê guhertina dîrokê di qanûnê de wê zelal dike ku divê cins dilxwaz be.

Wî di konferans çapemenî de li gel cîgira swerokwezîrî Isabella Lövin û wezîrê dad û navxwe Morgan Jogansson got ku seksa bi dilxwazî neyê kirin neqanûnî ye.

Li gor vê qanûna nû êdî ne merc e ji bo ku tecawiz tawan be ew bi gef û şîdetê çêbe, bes e ku ew bi dil û razîbûna terefekî nebe.

Löfven bi hêvî ye ku ev qanûna nû bibe egera guhertina dîtin û nirxandinan jî. Wî herweha îşaret kir zêdekirina polîsan û xwest ku êdî polîs jî li ser tawanên ji vî rengî kar bike.

Cîgira serokwezîrî Isabella Lövin (MP) got ku ew tiştên kampanya Metoo vê dawiyê eşkere kirine giringiya qanûnek weha diyar dikin.

Wezîrê dadê Morgan Johansson (S) ew diyar kir ku di vê dema dawîn di gelek waran de qanûn hatine şidandin, lê bi nerîna wî ev ji hemiyan giringtir bû. Wî got divê ev bikeve nav mazmazka her kur û her mêrekî ku divê seks dilxwaz be û ji bilî wê hemî sizabar e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".