.
Wêne: Christine Olsson/TT

Hat pêşniyazkirin ku bav 5 mehan bi zarokî re be

1:50 min

Li gor pêşnyaza nû ya qanûna temînê bav 5 mehan û dayik jî 5 mehan dê bi zarokî re bin û 5 mehên din jî ew dikarin di nava xwe de par vekin.

Ev pêşniyazên ji bo guhertinê di qanûna temînê de lêkolînerê taybet yê hikûmetê Lars Arrhenius îro pêşkêşî hikûmetê kir. Ew diyar dike ku di roja îro de wekhevî nîne û ew dixwazin ku bav bêtir ji niha bi zarokan re li mal bimînin û lewma jî wan pêşniyaza vê guhertinê kiriye.

Niha her dêûbavekî 3 meh hene ji bo ku bi zarokî re bin û 300 rojên mayîn jî ew di navbera xwe de dabeş dikin. Divê, herweha li gor vê guhertinê, bav di sê salên temenê zarokî yên destpêkê de bêtir pê re be.

Miaşê mêrê Yasmina Orfanidous bêtir e ji miaşê wê û bi dîtina wê mana mêrî li mal dê bi xerabî kar bike ser aboriya malbatê û vê bêtir ji wekheviyê wekî cezayekê ji zarokî re dibîne.

Lê bi dîtina Vilma Bodden ku sê zarokên wê hene ku tim dayik bi zarokan re be, dê teqawudek baş jê re nebe û nikare ji xwe re pereyekê baş bide ser hev.

Çi piştgiriyek mezin ji vê pêşniyazê re di parlemanê de nîne. Hemî partiyên mihavezekar û Partiya Demokratên Swêdê li dijî vê guhertina di qanûna temînê de ne.

Peyivdarê Moderatan Johan Forssel diyar dike ku ew bi hinek guhertinên di qanûnê de ne, lê rexneya wan li ser zêdekirina wextê mana bavî ji sê mehan bo pêncan e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".