.
Wêne: Anders Wiklund/TT

Hukimkirina tawanbarên bertîlan zêdebûye

1:02 min

Hejmara hukmên girêdayî bertîlwergirtinê du qatî par bûye. Dadgehan îsal siza derheqa 30 tawanên bertîlstandinê dane.

Natali Phalén sekretera giştî ya Enstîtuya dijî bertîlan vê zêdebûnê vedigerîne bo bêhtirbûna meyla keşfkirin û raporkirina wan cure tawanan.

Ji wan tawanên bertîldanê yên ku îsal zêdebûne û hukim di derheqa wan de derketine peywendî bi daîreyên destûrnamedanê heye.

Natali behsa bertîldanê dike ji bo wergirtina destûrnameyên zêdepêwîst û bi qîmet yên wekî destûrnameya ajotinê.

Natali Phalén herweha zêdebûnê di bertîlên wekî diyarî tên pêşkêş kirin de dibîne. Mebesta wê ew diyariyên giran in yên ku şîrketên şexsî bi diyarî didin kesên xwedî rolek serekî di daîreyên resmî yên dewletê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".