Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
Wêne: Maja Suslin/TT
Guhdar bike
(1:27 min)

Giş tohmetbarên tecawiza Fittja azad bûn

Hat weşandin tisdag 19 december 2017 kl 11.28

Îro dadgehê hukmê xwe derheqa tecawiza bikom ya par li Fittjayê çê bibû da. Ew hemî yên di vê tecawizê de tohmetbar bûn hatin azad kirin.

Dadwera berpirsiyar Erica Hemtke îro li dadgeha destpêkê Söderntörns sebeba azadkirina wan vegerand bo wê ku belgeyên hatine pêşkêş kirin têrî wê nakin ew pê bên sizadan.

Dozgerî daxwaza sizaya şeş salên zîndankirinê bi tuhmeta tecawiza giran ji bo du kesan kiribû. Herweha çar sal zîndankirin ji bo kesekê sêyem ji ber eynî tohmetê xwestibû. Ji bo du kesên din û ji ber alîkariya wan ya ji bo tecawizê daxwaza du salên zîndanîkirinê hatibû kirin.

Ev hemî yên ku hatibûn tohmetbarkirin, bi biryara dadgehê, di destpêka vê mehê de hatibûn berdan û li benda biryara dadgehê ya îro bûn.

Jinek sîsalî şehdeyî dabû ku ew di meha heşt ya parsal de, dema dixwest narkotîka bikire, ji aliyê çend mêran ve hat lêdan û tecwaiz bo dema çend seatan li ser hatibû kirin û dû mêran jî ew bûyer filim kiribû.

Wan her pênc mêran gotinên jinê red kirin û gotine ku ew li wir bûne û wan bi heza jinê cins pê re kiribû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".