Danyar Mohammed li  salona jîmnastîkê li Jokkmokk
Danyar Mohammed li salona jîmnastîkê li Jokkmokk Wêne: Joseph Knevel

Xemsariya xwedî karî nabe egera dersînorkirinê

1:44 min

Ku xwediyê karî şaşiyek yan xemsariyek biçûk li hember karmendê xwe kiribe dikare wê piştre serrast bike, bê ku ew şaşiya wî bibe egera dersînorkirina karmendî.

Lêkolînerê taybet ya hikûmetê Bertil Ahnborg îro ev pêşniyaza xwe ya derbarê îmkana serrastkirina şaşiyan teslîmî wezîra koçê Heléne Fritzon kir.

Çend halet çêbûne ku tê de kesên xwedî îqameya man û karî li Swêdê û ji ber şaşî yan bêdîqetiya xwediyê karî rastî xetera derxistinê ji Swêdê bûne.

Li gor vê pêşniyaza nû divê Daîreya Koçê nirxandinek giştî bike û eger diyar bû ku ew şaşî biçûk in divê tesîra wan li ser îqameya wî karmendî nebe û derfeta serrastkirina wan hebe.

Wezîra koçê Heléne Fritzon ji pêşniyazê razî ye û ew wê bi têr û konkret dibîne û bi gotina wê ew dikarin pê kar bikin.

Herweha li gor vê pêşniyazê eger karmendî karê xwe guhertibe û şaşî ya xwediyê karê berê be, dê bandora wê li ser îqameya karmendî nebe.

Pêşniyaz derbarê wan e yên ku bi îqameya karî li Swêdê kar dikin. Evca carna dema îqameya wan xilas dibe û ew ji bo nûkirina wê serî li Daîreya Koçê didin û xemsariyek yan şaşiyek li ser wan bê girtin dê iqameya wan neyê nûkirin.

Yek ji wan haletên çêbûne û bûne egera vê pêşniyazê jî pirsgirêka Danyar Mohammedî bû. Ji ber xwemsariyeke xwediyê karê wî, Daîreya Koçê nexwest îqameya wî ya man û karî li Swêdê dirêj bike. Lê 13 vê mehê Dadgeha Bilind ya Koçê heq da wî û îqameya wî bo du salan hat dirêj kirin.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".