Wezîrê bergiriyê Peter Hultqvist seredana serbazên Sewêdî dike.
Wezîrê bergiriyê Peter Hultqvist seredana serbazên Sewêdî dike. Wêne: Jonas Ekströmer/TT

Swêd xwe ji qeyranan re amade dike

1:45 min

Divê bergiriya serbazî û sivîl bikare xwe di qeyranek ewleyî û siyasî de kêmtişt sê mehan, bê alîkariya derve rabigire.

Herweha wekî şexs jî divê her kes û bê alîkariya dewletê bikare bo hefteyekê debara xwe bike.

Komîteya bergiriyê ku hemî partiyên siyasî nûnerên xwe tê de hene, îro pêşniyazên xwe derbarê wê ka dê çawa Swêd xwe ji bo rewşek awarte, wekî şer û qeyranan amade bike, pêşkêşî wezîrê bergiriyê Peter Hultqvist (S) kir.

Ev rapor balê dikişîne ser wê ku divê Swêd xwe ji bo rewşên awarte yên wekî şer, qutbûna sertaserî ya kehrebê, nebûna av û xwarinê û gelek qeyranên din re amade bike.

Björn von Sydow di axiftina xwe nimûneyek da û got di şerekê çend hefteyî de bi dehan hezar mirov dikarin bên kuştin û birîndar kirin û sexbêriya niha li Swêdê heyî ji rewşek weha re ne amade ye.

Kirina van reforman û bo her salê pêwîstî bi pirtir ji 4 milyard kronan heye û ev reform dê çend salan dom bike. Hemî partiyên siyasî yên Swêdê li ser van pêşniyazan li hev kiriye û hemî li gel bihêzkirina bergiriya serbazî û sivîl in.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".