Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
Wêne: Malin Hoelstad / SvD / TT

Nabe reklam ji qumarçiyan re biçe

2:15 min

Hikûmeta Swêdê pêşniyaza biryarekê pêşkêşî parlemanê kiriye û tê de daxwaza bêhtir kontrlolê li ser şîrketên lîstikên qumarê dike.

Li gor vê pêşniyazê divê şîrketên qumarê yên ku çalikyên wan yên lîstikên qumarê li Swêdê hene, destûra karkirinê li Swêdê bistînin. Herweha divê ew bacê bi qasî 18% bidin Swêdê. Zêdebarî vê jî hikûmet dixwaze mercên li ser belavkirina reklamên qumarê girantir bikin.

Wezêrê sivîl Ardalan Shekarabi diyar kir ku hikûmet dixwaze hinartina reklaman bo kesên ku problema qumarê hene qedexe bikin. Ji bo vê jî divê qumarbaz bên dest nîşan kirin û di qeydeke navendî de tesbît kirin ji bo ku reklam ji wan re neyê şandin.

Ev tê wê manayê eger kesekî problema qumarê hebe û ji aliyê şîrketek qumarê ve di qeyda qumarçiyan de hatibe nivîsandin, divê şîrketên qumarê yên din jî pê bên agahdar kirin ji bo ku ew qumarê li cem wan jî neke.

Berpirsiyarê komîteya kulturî ya moderatan li parlemanê Olof Lavesson dibêje xwezî wan qanûnek weha li serdema hikûmeta hevbendiyê derxistibûya, lê ew diyar dike ku hîn jî bo qanûnek weha ne dereng e.

Gelek şîrketên qumarê yên derveyî Swêdê bi awayekê rasterast lîstikîn xwe yên qumarê difiroşin swêdiyan û wan beşek mezin ji bazara qumarê li Swêdê girtiye.

Ew şîrketên biyanî heta niha ne mecbûr in li gor qanûnên Swêdê tevbigerin yan bacê bidin Swêdê. Lê ku ev pêşniyaz li parlemanê bê erê kirin dê ew êdî kevin ber qesasa vê qanûnê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".