Mehmed Uzun 80-talet och början på 2000
Mehmed Uzun piştî ku dev ji siyasetê berda hemû hêza xwe da edebiyatê. Wêne: Privat. Zozan Uzun
Nivîskarî

Sirên serkeftina Mehmed Uzun

18 min

Li ser navê wî muze, kitêbxane û weşanxane hatine vekirin, park hatine çêkirin, navê wî li kolanan kirine, peykerê wî hatiye daçikandin.

Lê gelo gava Mehmed Uzun sax rewşa wî çawa bû? Rastî çi astengiyan hat? Çawa tevgeriya?

Îro gava behsa edebiyat û nexasim romana kurdî tê kirin nivîskarê ku yekser tê bîra mirovan Mehmed Uzun e. Yek ji wan nivîskarên kurd e ku herî zêde kitêbên wî ji bo zimanên din hatine wergerindin. Romanên ku wî bi kurdî nivîsandine îro bi nêzîkê bîst zimanên din têne xwendin.

Yanî Mehmed Uzun weke romannivîsekî serkeftî tê hesibandin û di vê raporê de em ê hewl bidin li sirên vê serkeftinê bigerin. 

Em ê di ber halê wî yê Swêd re meyzênin bê çi taybetmendîbûn kirin ku îro gava behsa edebiyata modern a kurdî tê kirin yekser Uzun tê bîra mirovan.

Di vê lêgerîna xwe de em bi xanima wî Zozan Uzun, pismamê wî Ismet Uzun, hevalên wî Mirhem Yigit û Mustafa Can re diaxivin.

Kerem bikin li rapora dengî guhdarî bikin!


Beşir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se


Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".