Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
Wêne: Johan Nilsson/TT
Guhdar bike
(1:27 min)

Xwenîşandana dijî antîsemîtîsmê rastî bêhizûriyê bû

Hat weşandin torsdag 21 december 2017 kl 10.15

Çend kesan duhî êvarê hewilda xwenîşandana dijî antîsemîtîsmê ya li navenda Stockholmê çê bibû têk bidin.

Dora 150 kes duhî li Raoul Wallenbergs Torg li Stockholmê  di xwenîşandanekê de ji bo diyarkirina nerazîbûna xwe li ser gef û dijatiya li hember cihûyan çê dibe amade bûn.

Gelek siyasetmedarên Swêdê, wekî serokwezîr Stefan Löfven (S), Wezîra kultûrê Alice bah Kuhnke (MP), Annie Lööf seroka partiya Navendê (C) di nav de bûn û serokê partiya Leberalan jan Björklund tê de diaxift.

Bi gotina peyivdara çapemeniyê ya polîsan Anna Westberg çend kesan û ji bo têkdana xwenîşandanê kir qîreqar û gotinên nebaş havêtin.

Polîsan ji wan kesan, yek bi bihaneya ku gef kiriye ser xelkê girt û yên din ji wê derê dûxistin. Rojanemya Expressen dinivîve ku ew kes ser bi Tvgera têkoşîna bakûrî (NMR) ne.

Wê qerebalixa wan kesan hinek xwenîşandan têk da, lê piştî ku ew hatin dûrxistin, xwenîşandan berdewam bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".