.

Zanyariyên hesas li ser polîsxaneyan

1:32 min

Nexşeyên detaykirî yên gelek xaniyên polîsan li Swêdê di kompiyûterên polîsan yên girêdayî înternetê de mabûn û her kes dikaribû wan bi rêya înternetê ji xwe re daxîne.

Bi hûrgilî, di wan nexşeyan de diyar dibû ka di her xaniyekê polîsan de embara çekî yan odeya jêpirsînê yan kamîreyên çavdêriyê li ku derê ne. Ev nexşeyên wan xaniyên polîsan bûn yên ku dihatin avakirin û polîsan ji bîr kiribû nexşeyên wan piştre ji wan kompiyûteran derxînin.

Bi gotina lars Björnsund berpirsiyarê parastina ewlekariyê li cem polîsan ev nexşe yên beriya çend salan in û diviyabûya ew li wir nemabûna.

Heta di van nexşeyan de zanyarî li ser bê ka çi kilîd tên bi kar anîn hebûn. Li gor pisporê terorê Magnus Ranstorp ev zanyariyên hesas in û bandora nebaş li ser ewlekariya polîsan heye û gerek e ew nexşe li wir nebûna.

Piştî vê rapora P4 ya Radyoya Swêdê li Östergötland polîsan ragihandiye ku ew niha wan nexşeyan ji wan kmpiyûteran radikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".