Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
Wêne: Fredrik Sandberg / TT

Îro kurttirîn roja salê ye û şeva Yalda ye

1:21 min

Îro tarîtirîn roja salê ye û roj tê de bes çend seatan hiltê. Lê ji sibe û pê de dê roj ronîtir bin.

Roja herî kurt li her salê dikeve navbera 22 û 23 meha duwazde. Li payîz û zivistanan roj kurtir dibin. Ew jî ji ber ku bakûrê erdî ji rojê dûrtir dibe. Lewma jî roj bo demê çend seatan hilnayê û li herî jorê bakûrê Swêdê hema roj bi yekcarî xuya nabe.

Herweha îşev jî şeva Yalda ye. Ew şevek pîroz e li cem gelek neteweyên Rojhilata Naverast û kurdan û bi taybetî kurdên rojhilata Kurdistanê.

Şeva Yalda rêûresmên xwe hene û ew li cem kurdan bi şevbihûrkên dirêj tê pîroz kirin. Gerek e li ser maseya şevê  zebeş û hinar hebin û ew bi sohbet û beytgortinan derbs dibe.

Gelek kes li Swêdê ji tarîbûnê vê dema salê nerehet dibin, hest bi westiyanê dikin û dilteng dibin. Bispor dibêjin gerek e mirov her roj kilîkekê here ber ronahiyê  û ew dê weha xwe çêtir his bike.

Ji ber ku erd niha berê xwe bêhtir dide rojê, lew ji îro û pêde dê roj ronîtir bin. Lê li hinek deverên Swêdê yên herî bakûr ew pêvajo hêdîtir e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".