Elisabeth Svantesson û Magdalena Andersson
Elisabeth Svantesson û Magdalena Andersson. Wêne: Lars Pehrson/SvD/TT, Henrik Montgomery/TT
Wezîra Aboriyê Magdalena Andersson:

Bila koçber herin welatên din

2:29 min

Wezîra Aboriya Swêdê Magdalena Andersson di vê hefteyê de û di nava berçavkirina pêşbîniyên xwe de derbarê aboriya sala bê de daxwaza guhortinê di siyaseta koçberan de kir.

Bi gotina wê gerek e Swêd zêdeyî taqeta xwe koçberan nestîne. Wê herweha ji koçberan xwest li ciyê ku bêne Swêdê ew herin welatine din.

Partiya Sosyaldemokratan di van salên dawiyê de guhertin di siyaseta xwe ya koçberiy de kiriye û tê de qelistir bûye. Lê ev cara yekê ye ku kesayetiyek biseng di nav Sosyaldemokratan de û wezîr di hikûmetê de vekirî daxwazê ji koçberan dike ku nehên Swêdê.

Magdalena got ku integrasyon wekî pêwîst birêve naçe û berî payîza 2015ê jî weha bû. Li gor wê nabe Swêd hejmareke penaberan ya bêtir ji wê ya ku dikare tevî civaka Swêdê bike bistîne. Wê got ku ew hem ji bo penaberan bi xwe û hem jî ji bo civakê jî nebaş e.

Ev gotina wezîra aboriyê Magdalena Andersson (S) derbarê xwesteka wê ya ji bo siyasteke koçberiyê ya şidiyayîtir bi dilê partiya Moderatan e.

Cîgira duyê ya serokê Moderatan Elisabeth Svantesson diyar dike ku ew dixwazin li Swêdê siyaseteke şidiyayîtir ya koçberiyê bibîn in. Ew dibêje:

- Baş e ku Magdalena Andersson vê rastiyê qebûl dike ku hecma koçberan tesîra xwe dike û Swêdê pêdivî bi wê heye ku di siyaseta xwe ya koçberiyê de reqtir be.

Li gor rojnameya Dagens Nyheter ya ku ev xeber belav kiriye, Elisabeth diyar dike ku nakokî di navbera vê gotina wezîra aboriyê û reftarên hikûmetê yên derbarê sîsetam wergirtina penaberan û lihevhatina hefteya derbasbûyî derheqa çarenivîsa ciwanên penaber de heye.

Ew eşkere dike ku ew bixêrhatinê li vê gotina Magdalena Andersson dikin, lê ev têrê nake. Bi gotina wê divê siyasteke reqtir ya koçberiyê bê ava kirin û gerek e ew zû munaqeşeya wê bê bikin ka dê sîstema siberojê li Swêdê çawa be.

Ajansa rojanmevanî TT diyar dike ku berdevkê Partiya Jîngehê Gustav Fridolin (M) gotiye ku ew xwe nadin pişt van gotinên wezîra aboriyê Magdalena Andersson. Bi gotina Fridolin, tirs di wê de ye eger hemî weha bêjin koçberan, êdî çi cî ji bo wan yên mecbûr in birevin namînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".