Bastubröndernas ordförande Björn Wesström och bastubadaren Ahin Abbas
Serokê komeleya Bastubröndernas (Birayên bastuvan) Björn Wesström û bastavan Ahin Abbas. Wêne: Besir Kavak, Sveriges Radio

Ji sawuna sincirî xwe tavêjin nav ava qerisî

9:20 min

Bê çawa mirov diçine qehwexaneyê, meyxaneyê, sînemê, bi heman rengî gelek mirov li Swêdê bi awayekî peryodîk diçine sawuna ku bi swêdî  jê re dibêjin bastu.

Gelek kurd jî fêrî vê adeta bakurî bûne û çûna bastu weke yek ji xweşiyên jiyanê bi nav dikin.

Êvareke çarşemê, nîvê meha kanûnê ye. Di vî çêlê çil ê zivistanê de Swêd zû reş dibe. Rojê ji xwe mirov bi mehan nabîne, ronahiya rojê jî hema piştî nîvro winda dibe. Lê vê êvarê hem li erdê bostek berf heye, hem jî berfeke mîna toza spî ji ewran dibare. 

Em li bakurê Stockholmê derveyî Åkersberga, di nîvê daristanekê de berê me li bastuyeke soba êzîngan e. Di vê êvara zivistanê de, li vê daristanê ji kirte kirta lingê mirov di nav berfa ziwa pê de dengekî din nayê bihîstin. 

Bastu li serê girikkî raserî golê ye. Deriyê derketinê û hewşa rûniştina derve li golê dimeyzîne. Gava em lê dizîvirin êdî em pêjna mirovan dikin. Û ev mirov bi kurdî diaxivin. 

Bi Ahîn û Aştî yên ku nû ji golê derketine re em ji nav berfê diçine bin banê bastuyê. Li vir ne berf ne jî baran nagihe mirov, kursiyên rûniştinê hene û hilma germ a ji hundir qeşaya vir helandiye. Piştî bîstekê nasekî din, Berzoyê Efrînî ji hundirê bastu dertê hewşê.

Qederekê paşê em ji hundir berê xwe didine hundirê bastu. 5-6 kes kincên xwe li xwe dikin da ji bastu derkevin. Xuya ye ew zûde hatine. Swêdî, rûsî û şîlî ne. 

Tê gotin ku adeta sawuna ji Rojhilata Navîn tê. Li Kurdistanê ji berê de germav hene. Di dema împaratoriyên îranî û osmanî de hemam hebûn û îro jî hemamên meşhûr li wir hene. Li gor lêkolînan di dema vikingan de swêdiyan ev awayê xwe germkirinê anîne van welatan. 

Îcar komeleyeke vê bastuya Domrudden jî heye ku ji xwe re dibêjin ”birayên bastuvan”. Rêvebiriya wê ji 22 kesan pêk tê û serokê wê Björn Wesström e.

Wesström ê niha teqawîd radigihîne ku ev zêdetir ji 25 salan e ew tê vê bastuyê. Cudahiyeke mezin ku bala wî kişandiye ew e ku gelek kesên bi eslê xwe ne swêdî êdî weke adet tim têne vir.

Di van salên dawî de komên nû yên mîna kurdan, sûriyeyiyan û şîliyan tên. Heta hinek ji van kurdan ketine rêvebiriya komeleya me de jî.

Bi Berzo, Ahin û Aştî re ez jî dikevime bastu û em li wir sohbeta xwe dewam dikin.

Di her avahiyê de, heta di gelek vîla û malan de bastu hene. Lê bastuvanên vir dibêjin tama bastakirina vir cuda ye.

Civat germ dibe, gotin gotinê vedike. Behsa sihetê, kar, xweşî û nexweşiyan tê kirin. Bi henek û tinazan re dengê ken bilind dibe.

Kesên nû tên, zimanê civatê tê guhertin, dibe swêdî. Kalle û Johan dibêjin ew heftiyê 2-3 caran têne vira û behsa xweşiya civata vir dikin. Dibêjin li vir ji her miletî ew xelkê dibînin û hev nas dikin. Û helbet feydeya vê danûstandinê dide kurdên ku ne zûde hatine Swêdê. 

Björn, ê serokê komeleya bastu jî bi xweşî behsa entegrebûna di bastuyê de dike. 

Di bastu de mirov rût in, yanî hemû wek hev in, tu ferq di navbera mirov de namîne. Bê kî ji çi çîna civakî tê, zengîn an feqîre nayê dîtin, loma sohbet jî hevseng in. Û em weke swêdî jî gelek tiştan ji van kesan fêr dibin.  Wek nimûne di bastu de gelek gotûbêjên me li ser rewşa Sûriyê çêbûne. Û ev kesên ku ji me re behs kirine bi xwe ji wir in.

Bastu adeta dikele, ji xuhdanê laşê me bûye av. Di vê navberê de Ahin bi hin qirşikan pişta Aştî mesaj kiriye, hinekan gotine mûyên wan êdî nerm bûne û çûne riha xwe qusandine.

Û Ahîn dibêje gereke piştî bastu tim mirov bi xwenoqkirina ava golê re dawî li bastakirinê bîne.

Di nav berf û qeşayê re em berê xwe didine ava sar. Ciyê mirov xwe tavêjiyê ji bo ku nebe qeşa pompeyek danîne. Ez û Ahin li vir xwe tavêjin golê.


Beşir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se

 


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".