.
Gunnar Appelgren û wêneyê sîlehên bê destûr. Wêne: Janerik Henriksson/TT, Tomas Oneborg/SvD/TT

Li Swêdê 40 kuştî di salekê de

1:55 min

Di sala 2017ê de 306 gulleberdan çêbûne û encam 40 kuştî û 135 birîndar in.

Piraniya tawankar û qurbaniyên wan bûyeran li gor rapora ku Televîzyona Swêdê SVT belav kiriye, ciwanên dora 20-saliyê ne.

Ev gullebedran li  ciyên giştî qewimîne û carna bûne egera ku kesekê sêyem jî bibe qurbana kiryareke weha.

Herweha ji vê raporê xuya dibe ku ev di encama nakokiyên di navbera komên çeteyan bi xwe de qewimîne. Û gelek caran li ser bazara narkotîkayê ye.

Hejmara bikaranîna çekî û gulleberdanê di van salên dawiyê de li Swêdê zêdebûye. Ew îsal ducarkî beriya pênc salan bûye.

Ev rengê bûyeran ku sîleh tê de tê bikaranîn herî zêde li herêma Stockholmê çê bûne.

Li gor polîsan komeke çeteyên ciwan bi navê Dewriya Kuştinê li bakûrê Stockholmê li pişt gelek ji van kuştinan e. Haya kesûkarên kuştiyan jî ji grupeke weha ya çarkesî heye.

Bisporê polîsan yê di warê komên çeteyan de Gunnar Appelgren dibêje vê Dewriya Kuştinê kuştin ji xwe re kiriye kar û li hember pereyan kuştinê dikin.

Buhayê her kuştinekê jî li gor çavkaniyeke nêzîkî çeteyan 300 000 – 500 000 krona ye.

Endamên vê grupa çeteyan ciwanên di temenên di navbera 20 û 21 saliyê de ne. Binyatê hemiyan yek e û pev re li Rinkeby mezin bûne.

Li gor polîsan ew ji dehan tawanan berpirsiyar in. Lê ew çi caran nehatine hukim kirin û ji ber têrênekirina belgeyan li ser tawanên wan kirine ew herdem hatine berdan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista