.
Rahênerê nû yê Dalkurdê Azrudin Valentic. Wêne: PONTUS LUNDAHL / TT

Dalkurd sala 2018ê bi rahênerekê nû dest pê dike

1:15 min

Dalkud bi rahênerekê nû yê serekî re dikeve nav sala 2018ê û Alsvenskan. Li gor malpera taxima Dalkurdê dê Azrudin Valentic yê 47-salî ji 8ê meha yek dest bi karê xwe bike.

Ev peymana li gel Valentic dê sê salî be. Valentic bi xwe lîstikvanê fûtbolê bû û paşî bû rahênerê Fasalunds IF. Ew herweha rahênerê Assyriska FF jî bû. Herî dawî jî ew rahênerê alîkar bû ji bo IF Brommapojkarna di serkeftina wan de ber bi Allsvenskan.

Li gor malpera Dalkurdê niha pêvajoya xwesafîkirinê ji rahênerê niha Andreas Brännström bi rêve diçe.

Dalkurd wekî taximeke fûtbolê sala 2004ê li Borlänge dest pê kir. Pey 13 salan Dalkurdê par xwe gehande rêza klubên herî bilind yên fûtbolê li Swêdê.

Dalkurd, bingeha taxima xwe ji Borlänge bar dike Uppsala û ew di meha çar ya sala 2018ê de lîstika xwe ya yekê li hember tîma AIK dike.

16 lîga li Alsvenskan li ser qehremaniya Swêdê ya fûtbolê dileyizin û ev cara yekê ye Dalkurd dikeve nav nav lîstikên qehremaniya fûtbolê ya herî bilind li Swêdê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".