Ingången till akuten. Anne Haglund Olmarker
Birêvebera nobedar ya nexweşxaneyê Anne Haglund Olmarker. Wêne: Madeleine Blidberg/Sveriges Radio, Emilie Lindholm/Sveriges Radio

Nexweşiya sorikan êdî di bin kontrolê de ye

1:51 min

Çend haletên nexweşiya sorikan li Göteborg hatine dîtin û nexweşxaneya Sahlgrenska radigehîne ku belavbûna wê nexweşiyê niha di bin kontrolê de ye.

Birêvebera nobedar ya nexweşxaneyê Anne Haglund Olmarker diyar dike ku wan hewildaye peywedniyê bi wan kesan bikin yên ku hatibûn nexweşxaneyê ji bo îlacê, ji ber ku ew dikaribû ji nexweşekê li wir biçe wan. Ew di wê bawerê de ye ku wan ew hemî peyda kirine û tedbîrên pêwîst wergirtine.

Li destpêka meha duwazde yek kesê bi nexweşiya sorikan ketibû li nexweşxaneya Sahlgrenska li Göteborg bû. Roja duşemê çend halet û duhî yek li Göteborg peyda bûn.

Hebûna vê nexweşiyê li Swêdê ne nromal e, lê ew li derveyî Swêdê heye. Wekî nimûne di sala 2016ê de dora 10 000 haletên ketina bi vê nexweşiyê li Romanya hatine tesbît kirin. Ji wan kêm 36 kes mirine û piraniya wan zarok bûn.

Nexweşiya sorikan dibe egera ta, xuryana çavan û êş di zengiloka hefkê de. Li Swêdê ji sala 1971ê derziya sorikan di nav programa derzîlêdanê de ye û ew derzî li beşekê mezin ji xelkê Swêdê hatiye xistin.

Di salên 2000 de salane dora 60 haletên vê nexweşiyê li Swêdê hatine dîtin û ew ji derve derbasî Swêdê bibûn. Piraniya wan kesên ew nexweşî hebû derzî li xwe nedabûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".