fylleri
Wêne: TT.

Di şeva cejnê de gelek serxweş û zêdegavî

1:15 min

Gelek kes ji ber serxweşiya zêde li seranserê Swêdê hatine ragirtin.

Bes li Linköping û Norrköping 40 kes di roja cejnê de ji ber pevçûn, zêdegavî û serxweşbûna zêde hatin desteserkirin.

Herweha li herêma Jönköping û Västernorrland 25 kesên serxweş û li Norrbotten 18 kes ji ber destdirêjî û heqaretan li bar û meyxaneyan hatin ragirtin.

Bi lênerîna Thomas Agnevik polîs li herêma Öst roja bûna Mesîhî û şeva sersalê ji polîsan re du rojên herî dijwar in.

Bi gotina polîsan ahengên herî zêde di roja cejna bûna Mesîhî de tên kirin. Her ji ber wan aheng û zêde vexwarina alkoholê tê de hejmara zêdegavî û tevliheviyan jî zêde dibe.

Herweha û ji ber ku gelek bi şev malên xwe dihêlin û diçin bo cem malbatên xwe, evca diz dikevin nav malên wan.  Bes li başûrê Swêdê 25 dizî bo ser malan di şeva bûna Mesîhî de hatine qeyd kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".