.
Wêne: Adam Wrafter/SvD/TT

Piraniya îqameyan hatin dirêj kirin

2:39 min

Li gor hejmarên Daîreya Koçê daxwazên piraniya kesan ji bo dirêjkirina dema îqameyên wan yên demkî tên qebûl kirin.

Îsal 17 000 kesan ji Daîreya Koçê xwestiye ku îqameyên wan bên dirêj kirin. Ji wan 10 000 daxwaznameyên ku Daîreya Koçê heta niha biryar li ser daye, dora 9 300 kesan îqameya du salên din wergirt.

Veronika Lindstrand Kant şefa alîkar li Daîryea Koçê sebeba vê jî zelal dike û dibêje ew dibînin ku pêdiviya hejmareke mezin ji wan bi xweparastinê heye. Gelek ji Sûriyê tên û rewşa li wê derê nehatiye guhertin û eynî sedeman dubare dibin.

Eger kesê ku îqameya wî timam bûye û daxwaza nûkirina wê kir û kar dike û dikare bi xwe debara xwe bike, wê çaxê û di hinek haletan de ew dikare îqameya daîmî jî bistîne.

Tevî ku îqameyên piraniyê hatine dirêj kirin, lê kesên weha jî hene ku dtirisin îqameyên wan nehên nûkirin. Yek ji wan kesk e bi nasnavê Mehdî, ew li lîseyê dixwîne û wî îqameya demkî heye û meha adarê xilas dibe.

Mehdî dibêje ku ew dikare bixwîne û kar bike, lê xwe rehet nabîne û bi şevan, ji tirsa ka dê çi bi serê wî bê dema îqameya wî timam dibe nanive.

Parsal meha heft qanûna nû derbarê îqameyên demkî dest pê kir. Qanûn ji bo sê salan bû û li gor wê ew kesên ku wek penaber tên dîtin dikarin îqameya sê salî bistînin. Yên ku tên hisêb kirin wekî kesên pêwîstî bi parastinê heyî, îqameya sêzde mehî werdigirin.

Ev jî tê wê manayê ku ew kesên van cure îqameyan werdigirin dibin xwedî hejmara kesînî û wek her rûniştivanekê li Swêdê qeyd kirî, dibin xwediyên heman maf û erkan.

Ji dema ku qanûna nû derkeftî û heta niha wextê gelek ji wan îqameya timam bûye, lê piraniya wan kesên daxwaza nûkirina îqameyên xwe kirine, daxwazên wan hatine erê kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".