.
Wêne: CLAUDIO BRESCIANI / TT

Daîreyeke nû li hemberî şîdeta namûsê tê ava kirin

1:54 min

Çend rojên din û dê daîreyeke nû ya hikûmetê li jêr navê Daîreya Wekheviyê li Angered li Göteborg dest bi karên xwe bike.

Yek ji karên herî li pêş yên vê daîreyê komkirina zanyariyan e derbarê ka çawa rêgirî li şîdeta bi navê namûsê ya li dijî jinan bê kirin.

Wezîra wekheviyê Åsa Regner dibêje şîdeta li dijî jinan û şîdeta bi navê namûsê problemên civakê yên mezin in. Ew jiyana jin û zarokan xerab dikin û bi gotina wê tevî gelek xebatên baş ew nikaribûne asta wê şîdetê kêm bikin.

Ev daîreya nû ya ku dê deriyên xwe yekê meha yek ya sala 2018ê veke dê di nava du salên pêşiyê de hêza xwe bide ser pirsgirêka şîdeta bi navê namûsê.

Åsa Regner diyar dike ku gelek rêxistin û daîreyên xwedî zanyariyên baş yên di vî warî de hene, lê karên wan pirt û belave ne. Bi gotina wê dê karê vê daîreya nû komkirina zanyariyan be û çêkirina programekî be ji bo rêgirtinê li şîdetê û dê taybet ji bo kur û mêran be.

Ev daîreya ku dê dora 70 karmendên xwe hebin dê herweha derbarê pirsgirêka tîcareta bi mirovan û xerbabikaranîna zarokan jî kar bike. Ew dê ji bo çêtirkirina rewşa jinên kêmendam bixebite û dê zanyariyan li ser destdirêjiyên cinsî kom û belav bike.

Hinek aliyên mixalefetê rexneyê li duristkirina daîreyeke weha dikin û bi dîtina wan ew dê wan pêçêbûnên di warê wekheviyê de heyîn têk dide.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".