Wezîra lîseyan Anna Ekström
Wezîra lîseyan Anna Ekström Wêne: Maja Suslin/TT

Taqîkirinên lîseyê kêmtir dibin

1:16 min

Hikûmetê biryar daye hejmara taqîkirinên seranaserî (nationella prov) yên lîseyan kêmtir bin û li sala 2018ê ew bi nîvî bin.

Niha şeş taqîkirinên sernaserî li lîseyan di babetên zimanê swêdî, zimanê îngilîzî, matmatîk û swêdî wekî zimanê duyê tên kirin

Li gel destpêka sala bihê dê bes sê taqîkirinên seranserî li kursa herî bilind û ya xilasî ya babetî îcbarî bin. Sê taqîkirinên din yên destpêkê dê dilxwaz bin û mûdûrê lîseyê biryarê dide ka pêwîst e ew bên kirin yan na.

Argumenta hikûmetê ji bo kêmkirina taqîkirinên sernaserî li sala li pêşiya me de ew e ku givaşek mezin li ser dersdaran û stress di nav xwendekaran de heye. Û bi gotina wezîra lîseyan Anna Ekström (S) ew bi vê biryara xwe dixwazin vî barî li ser wan sivik bikin.

Serokê partiya Liberalan Jan Björklund ji vê biryara hikûmetê ne razî ye. Ew ji TT re dibêje ew dixwazin mercan li ser xwendekaran ne siviktir, lê girantir bikin û encam bilindtir bin, ji ber ku ew pir giring e ji bo siberoja Swêdê û ew bê xwemandîkirina xwendekaran jî nabe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista