.
Wêne: Johan Nilsson / TT

Gelek ji ber teqebaziyan birîndar dibin

1:56 min

Bi sedan kes her sal ji ber fîşekên hewayî û teqebaziyan bi dijwarî birîndar dibin û muhtacî îlacê dibin. Ji van jî çar ji dehan di bin 18 saliyê de ne.

Nadine Jones Pioud berpirsiyara çapemenî ya Komeleya Parêziya ji agirî dibêje gelek kesên salmezin ji bo zarokên di bin 18 saliyê de teqebaziyan dikirin û piraniya ciwanan bi kelecan in û guh nadin qaîde û rêkaran.

Nadine dibêje fîşekên hewayî bi xwe ne xeter in, lê ew dibin xeter eger mriov wan bi awayekê şas bi kar bîne.

Komeleya parêziya ji agirî statîstîkên ku çend daîreyan kirine dane berhev û jê diyar dibe ku li seranserî Swêdê salane dora sed kes ji ber bikaranîna teqebaziyan bi djiwarî birîndar dibin û neçar in ji bo îlacê berê xwe bidin nexweşxaneyan. Sedî 40 ji wan yanî çil kes di bin hejde saliyê de ne.

Gelek ji wan yên birîndar bûne mêr in û ji hemî temenan bûne û li bin tesîra alkoholê bûne. Birînên ku muhtacî îlacê bûne, sersotin yan birîndarbûna çavan, serî û destan bûne.

Ji bilî birîndarkirina mirovan, teqebazî her sal li gor komeleya parêziya ji agirî dibin sedema dora 250 şewatan jî.

Li aliyekê din jî raporeke P4 ya Göteborg diyar dike ku hejmara dukanên ku teqebaziyan difiroşin kêmtir dibe. Hinek vê kêmbûnê vedigerîn bo bêhtirbûna zanyariyên xelkê derbarê xeteriya teqebaziyan li ser mirovan û jîngehê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista