​Inger ashing
Inger Ashing şefa daîreya Delegationen mot segregation. Wêne: MIKAEL ANDERSSON / TT

Daîreyeke nû li hember cudakariyê

1:55 min

Li gel destpêka sala nû daîreyeke nû ya hikûmetê bi navê Delegasyona li hemberî cudakariyê (Delegationen mot segregation) li Stockholmê dest bi karê xwe dike.

Ev daîreya nû dê xebatê bike ji bo cêtirkirina rewşa wan herêmên ji aliyê aborî û civakî ve berxeter in û dê li dijî wan sedeman rabiweste yên dibin egera cudakariyê di civakê de.

Ji bo bicîanîna vê armanca xwe ev daîre dê roleke koordînatoriyê di navbera daîre û aliyên bi vê pirsgirêke ve mijûl dibin bibîne. Ew hem jî dê piştgiriyê bide şaredariyan û projeyên ku xebatê ji bo kêmkirina van cudakariyan dikin.

Inger Ashing dibe şefa vê daîreyê. Wê îro di axiftina xwe de bo P1 ya Radyoya Swêdê diyar kir ku ew dê alîkariya hemî wan aliyan bikin yên di vî warî de kar dikin û dê hevkariya di navbera wan de zêdetir bikin.

Bnejamin Dousa ji partiya Moderatan û cîgirê serokê birêvebriya herêma Rinkeby-Kista ne bi duristkirina daîreyeke weha re ye. Ew ne bi wê bawerê ye ku deverên berxeter pêwîstî bi klubeke din ya qehwevexarinê hebe û dixwaze li ciyê wê reform bên kirin.

Benjamin bal kêşa ser encamên nizim yên xwendingehan û zêdebûna tawankariyan û got gereke kar ji bo zêdekirina polîsan, kêmkirina tawankariyan û bilindkirina encamên xwendegehan bê kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".