Wezîra bazara karî Ylva Johansson
Wezîra bazara karî Ylva Johansson Wêne: Adam Ihse/TT

Bêhtir kes qeydên tawankariyan dixwazin

1:50 min

Her ku diçe zêdetir kes, bi taybetî jî xwedîkar daxwaza qeydên tawankariyê dikin da bizanibin kesên digirine kar berê sûc kirine an na.

Di sala 2017ê de 740 000 nivîs ji qeydên tanakariyê hatine xwestin. Bêhtir ji nîva wan derbarê wan kesan bûne yên ku xwestine li xwendingehan û di sexbêriya zarokan de kar bikin.

Nêzî 300 000 hezar jî kesên prîvat derbarê xwe xwestine ji ber ku xwediyê karî bê nivîseke zanyariyan li ser wan ji qeydên tawankariyê nexwestine karî bidin wan. Heta ji bo karên wekî transportê ku qanûn mercek weha ji bo damezrandinê destnîşan nake jî ew qeyd hatine xwestin.

Wezîra bazara karî Ylva Johansson (S) dixwaze wê qedexe bike ku hema her xwedî karek bikare ji bo kar pêdanê ji her kesî daxwaza nivîsekê ji qeydên polîsan bike.

Ylva di hevpeyivîneka P1 de diyar dike ku pêşniyazek heye û li gor wê eger qanûn rê bide, heqê xwediyê karî heye ji kesê daxwaza karî dike bixwaze ku ew jêgirtekê ji qeydên tawankariyê derbarê xwe jê re bîne. Lê ku qanûn rêyê nebe dê ew qedexe be.

Ji sala 2013ê û virde heta mafê rêxistinên sivîl, komele û dêran yên ku bi ciwan û zarokan re kar dikin heye, ji bo karkirina li cem xwe daxwaza zayariyan ji qeyda polîsan bikin.

Poliîs qeyd yan tomara tawankariyan birê ve dibe. Tawanên ku mirov li ser hatiye siza dan di wê tomarê de tê qeyd kirin. Ew zanyarî û her yek li gor hecmê tawanê di wê qeydê dimînin û paşî tên jê birin. Hinek zanyarî piştî çar salan û hinek piştî 5 yan 10 salan ji qeydê tên havêtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".