Användning av mobil i trafiken förbjuds
Ajotina wiha êdî qedexe ye. Wêne: Erik Nylander/TT

Qanûnên nû yên 2018ê

2:51 min

Bi vê sala nû ya 2018ê re hejmarek qanûn û qaîdeyên nû li Swêdê dikevine dewrê de. Werin em bi hev re li çend ji van qanûnan binêrin.

BELAVKIRINA WÊNEYAN
Belavkirina wêne, fîlm û agahiyên hesas ên şexsî têne qedexe kirin.

Yanî kesek ku wêne an jî vîdyoyeke tazî ya kesekî din belav bike dikare heta bi çar salan cezayê zindanê êdî bixwe. 

Di van salên dawî de gelek kesên ku nexasim berê pêwendiyeke wan ya nêzîk çêbûye, wek nimûne jin û mêr, gava ji hev aciz dibin ji bo tolê ji hev hilînin wêneyên hev ên hesas belav dikin. Bi vê qanûna ku niha dikeve dewrê re hewl tê dayin pêşiya vê yekê were girtin. 

Bi vê qanûnê re herwiha belavkirina wêneyên wek nimûne birîndarên xedar ên di qezayan de jî têne qedexe kirin.

ECIZ KIRIN
Ji niha û pê de zêdegaviya bi riya telefon, mail û sms:an jî dê weke eciz kirin were hesibandin. Yanî mehkeme wê êdî bikaribin meyzênin bê kesek çend caran hewl daye li yekî din bigere. Bê bi riya mail û mesajên telefonê gef li kesekî hatine xwarin û bêrêzî hatiye kirin an na. 

AJOTIN Û MOBÎL
Tê gotin ku bikaranîna telefonê ji aliyê şofêr û kesên wesayitan dajon ve dibe sebeba qelek qezayan ji ber ku ew bi telefonê ve mijûl dibin. Bi mebesta astengkirina van qezayan ji destpêka meha sibatê û pê de qanûneke nû dikeve dewrê. Li gor vêya nabe ku telefon di destê mirov de mirov wesayitê bajoyê.  

CEZA Û EFÛYA SÎLEHAN
Guleberdan, birîndar kirin û kujtina bi çekan van salên dawî zêde bûne. Li hember vêya jî îsal hin qanûn dikevine dewrê de. 

Çekhilgirtin û hebûna sîlehên qaçax ji berê de qedexe ye, lê îsal cezayê vî sûcî tê bilind kirin. Kesên vî sûcî dikin herî kêm wê du sal ceza êdî li wan were birîn.

Lê ji kesên xwedîsîleh re di nava salê de efûyek jî tê derxistin. Ji destpêka heyva 2-4, ango di mehên sibat, adar û nîsanê de kesên sîlehên wan ên qaçax hebin wê karibin wan teslîm bikin, bêyî ku ceza li wan were birîn.

SÛLARYÛM
Qanûneke din ku di nava salê de dikeve dewrê de ketina sûaryûmê ye, ango ewa ku mirov xwe dide ber tîrêjên lempeyan da ku laşê mirov esmer bibe. Ji heyva neh û pê de ketina sûlaryûm li kesên bin 18 salî tê qedexe kirin.


Beşir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".