Birgit Bergkvist li ciyê mana xwe li xizmetxaneyê înternet heye.
Birgit Bergkvist li ciyê mana xwe li xizmetxaneyê înternet heye. Fotograf: Maja Lagercrantz/SR

Gelek pîr û kal bê înternet in

1:32 min

Hejmara wan şaredariyan yên ku înternetê didin wan kesên di xaniyên bitemenan de dimînin zêdetir dibe.

Lê hîn dora sed şaredariyên swêdî ew xizmeta înternetê pêşkêşî wan xaniyan nekiriye.

Dora 60% şaredariyan înternet bi rêya wifi yan kabelî ji kesên kal û bitemen re yên ku di xaniyên bitemenan de dijîn berdest kiriye. Ev hejmar di sala 2016ê de 40% bû.

Ji bo Brigit Bergkvist ya 95-salî hebûna înternetê merc bû û ew di xizmetxaneyekê de li Stockholmê dimîne ku hemûyên tê de înternet heye.

Birgit bi rêya înternetê guhdariya hertiştî dike, rojnameyan dixwîne û kitêban ji kitêbxaneyê qer dike. Û bi rêya facebookê peywendiyê bi zarok û neviyên xwe re datîne.

Lêkolîn hene diyar dikin ku înternet kalîteya jiyanê baştir dike û peywendiya bi kesûkar û nasan re hêsantir dike.

Gunilla Brattberg ku çend pirtûk li ser pîr û kalan û înternetê nivîsandine dibîne ku ev dê bibe zerûretek ku divê ji wan re hebe.

Bi dîtina wê ew şaredariyên hîn xizmeta îtenrenê nedaye xaniyên bitemenan pêdivî ye wê xizmetê pêşkêş bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista