Xwenîşandana xwendekaran li zanîngeha Tehranê.
Xwenîşandana xwendekaran li zanîngeha Tehranê. Wêne: STR

Wallström naxwaze zêdtir şîdet li Îranê çêbe

2:02 min

"Xwedûrkirin ji şîdeta zêdetir giring e û azadiya xwenîşandanê ji mafên mirovî yên bingehîn e". Ev gotinên Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström ên derheqê bûyerên Îranê de ne.

Wallström peyama xwe ya li ser Îranê bi riya Twitterê belav kiriye.

Herweha wezîrê sivîl û şaredariyan Ardalan Shekarabi ku bi eslê xwe îranî ye îşaretê dide wê gotina Wallström û di facbooka xwe de dinivîse ku qet ne durist e şîdet li hember xwenîşandanên aştiyane bê bi kar anîn.

Daxuyaniyên ku ji aliyê Yekîtiya Ewrûpa ve jî hatine dayin bi heman rengî bûne. Seroka karê derve ya yekîtiyê Frederica Mogherini dibêje ew bi Îranê re ketine pêwendiyê, li bendê ne mafê xwepêşandanên aştiyanê û xweîfadekirina azad were misoger kirin.

Ev pênc roj in xelk li gelek bajarên Îranê, ji bo diyarkirina nerazîbûna xwe li ser rewşa aborî ya xerab, bêkarî û gendeliyê, bi xwenîşandanan derketine.

Tê gotin ku 21 kes hatine kuştin û bêhtir ji 500 kesan hatine girtin. Medyayasosyal wekî Telegram û Instagram ji aliyê daîreyên dewletê ve hatine asteng kirin.

Xwe facebook û Twitter beriya niha hatibûn rawestandin. Ev jî bûye egera ku gelek îraniyên li Swêdê nikarin bi hêsanî bizanin ka çi bi serê kesûkarên wan hatiye.

Marmar ku bi eslê xwe ji Îranê ye gelek ji vê dilgiran e. bi gotina wê ji ber astengiyên heyîn peywendîkirina bi nas û dostan re ne hêsan e.

Ev cara yekê ye piştî xwenîşandanên sala 2009ê xelk bi awayekê weha berbelav li gelek bajaran xwenîşandan û meşan dikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".