muslimsk kvinna med hijab, hbtq flagga och davidsstjärnan
Komên ku herî zêde rastî kîn û nefretê tên: Penaber, misilman, mûsewî û kesên hbtq. Wêne: TT

Misilman, cihû û penaber rastî gelek kîn û nefretê tên

3:47 min

Gelek kes di medyayên civakî mîna Facebook û Twitterê de li hemberî komên cuda nefretê belav dikin. Sixêfan dikin gefan li xelkê dixwin. Hejmara kesên ku ji ber vê kîn û nefretê hukim dixwin zêde bûye.

Piraniya vê kîn û nefretê li hemberî çar koman tê kirin; penaber, misilman, cihû û kesên HBTQ. Nils keseke ku ne weke jin ne jî mêr pênaseya xwe dike. Televîzyona Swêdê SVT hevpeyvînek pê re kiribû û û tê de wî behsa dijwariyên jiyana xwe kiribû. Piştre di Facebooka SVT de peyamên wiha jê re hatine şiyandin.

“Ez hêvîdar im kesên ne heteroseksuel têr lêdan bixwin, werine kuştin, aciz kirin, îşkence li wan were kirin“. 

“Gereke êdî civak qebûl neke. Hêvîdar im xelk şidetê bi kar bîne da kur ê nede vê nexweşiyê“.

Kesê ku ev peyam nivîsîbûn giliyê wî hatibû kirin û di sibatê de mihakemeya wî heye. 

Di 2017ê de bi giştî 18 giliyên wiha hatine kirin û piraniya kesên giliyê wan hatiye kirin ceza xwarine. Berya çar salan hejmara giliyên wiha 4-5 bûn. 

Eva Sund ji desteya polîs ya operasyonên neteweyî dibêje di nav polîsan de wan perwerdeya di vî warî de bilind kiriye.

Me, weke polîs li bajarên mezin grûpên vekolînê yên taybet ji bo medyayên civakî veqetandine û em êdî perwerdeya di vî warî de didin, lê em dizanin ku giliyên hatine kirin beşek gelek biçûk ji nefreta tê belav kirin e.

Lê Marwa Kerim ku blogvaneke misilman e ji karê polîs neqayil e.

Xelk min bi mirinê tehdît dikin, dibêjine min “qehpika misilman“. 14 giliyên wiha min kirine lê tiştek ji wan derneketiye. Polîs tiştekî nake.
Sebebên ku tiştek ji van giliyan derneketiye Eva Sund wiha şîrove dike:

Divê mirov karibe bi delîlên xurt îspat bike bê kesê van tiştan dinivîse kî ye. Ev nuqteyeke zehmet e.
Nuqteyeke din ew e ku herçend gotinên gelek nexweş werine kirin jî ji bo ku dozger weke sûc wan qebûl bike divê bigihne asta ku şert û mercên qanûnî werine cî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".