Löfven med några ministrar - Messi och Ronaldo
Piştî hilbijartina havînê jî Löfven dê weke serokwezîr bimîne? Wêne: TT.

Di 2018ê de em ê behsa çi bikin?

3:39 min

Di 2018ê de lîstikên zivistanê yên Olîmpîyadê têne lîstin, şampiyoniya cîhanî ya futbolê tê li dar xistin û Swêd diçe hilbijartinê.

Ev çend dengûbasên 2018ê ne ku em ê pir behsa wan bikin.

DOZA AKILOV

Par biharê, li navenda Stockholmê êrîşeke terorî pêk hatibû. Di vê êrîşê de kesekî bi kamyonê dabû ser xelkê, pênc kes kuştibûn û gelek kes birîndar kiribûn. Êrîşkarê 39 salî yê bi eslê xwe ozbekî Rakhmat Akilov piştî demeke kurt hatibû girtin. Û hatibû diyar kirin ku têkiliya wî bi rêxistinên cîhadîst re heye. 

Mexdûrên êrîşê li hemberî wî 150 doz vekirine û ji par nîsanê ve 50 kes li van dozan dinêrin, li ser wan lêkolînê dikin. 

Akilov di meha sibatê de derdikeve pêşiya dadgehê. Tê çaverêkirin ku doz du mehan dewam bike.

OLÎMPÎYADA LÎSTIKÊN ZIVISTANÊ
Meha sibatê li Koreya Başûr lîstikên zivistanê yên olîmpîyadê têne li dar xistin. 

Pêlewanên ji tevahiya cîhanê wê di 15 lîstikên cuda de bikevine musabeqeyan de. Yek ji dewletên herî mezin ên olîmpîyadê, Rûsya wê weke dewlet nikaribe beşdar bibe, ji ber ku berya niha bi awayekî sîstematîk wan doping bi kar anîne, lê lîstikvanên rûsî wê bikaribin serbixwe, di bin alayeke bêalî de beşdar bibin. 

Lîstikên olîmpîyadên zivistanê îsal 9ê sibatê dest pê dikin û 25ê heman mehê bi dawî dibin.

ŞAMPIYONIYA CÎHANÎ YA FUTBOLÊ
Havînê li Rûsya şampiyoniya cîhanî ya futbolê tê li dar xistin.

Bi giştî 32 dewlet ku weke heşt grûp hatine dabeş kirin wê ji bo şampiyoniyê derkevin saheyan. 

Yek ji dewletên derbasî şampiyoniya cîhanî bûye Swêd e. Ew di grûpa F de ye û di destpêkê de wê bi Almanya, Meksîko û Koreya Başûr re were beramber hev. Eger Swêd grûpa xwe derbas bike bi texmîneke mezin dê bi Brezîlya re bilîze.  

Şampiyoniya cîhanî ya 2018ê di 14ê hezîranê de dest pê dike û heta 15ê tîrmehê dewam dike. 

FESTÎVALA EUROPRIDE
Festîvala Pride ya Ewrûpa, Europride îsal di tîrmeh û tebaxê de li Swêdê, bajarên Stockholm û Göteborg tê li dar xistin. 

Amanc bi festîvalê balkişandina ser pirsên HBTQ ye û ev cara sêyem e ku koma Pride ya Stockholmê ji bo tevahiya Ewrûpa vê festîvalê li dar dixe.

HILBIJARTIN
9ê meha 9 îlona 2018ê hilbijartinên parlamento, wîlayet û şaredariyan têne li dar xistin. Bi vê hilbijartinê re wê diyar bibe bê hikûmeta niha ya di bin serokwezîrtiya Stefan Löfven de wê bikaribe dewam bike yan na.


Beşir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se


Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista