Operationssal dimmig
Par bi giştî 474 gurçik, 181 ceger û 64 pişik hatine bexş kirin. Wêne: JACK MIKRUT

Par 474 gurçik hatine bexş kirin

1:31 min

Li Swêdê mirov dikare biryarê bide ku gava mirov mir organên xwe bexş bike, da ew herine ji nexweşan re. Û hejmara bexşkirina organan di 2017ê de bilind bûye.

Par bi giştî 474 gurçik, 181 ceger û 64 pişik hatine bexş kirin. Ev jî tê wê maneyê ku tu caran bi qasî par gurçik nehatibûne bexş kirin.

Bi daxuyaniyeke çapemeniyê serokê Komeleya Gurçikan (Njurförbundet) Håkan Hedman dibêje:

Her mirovekî ku biryar dabe piştî mirînê organên wî werine bi kar anîn îmkan heye ku heşt mirovan ji mirinê xelas bike. Sala derbasbûyî 188 kesan berya mirina xwe diyar kiribûn ku ew organên xwe didin. Û li gor salên berê ev hejmareke bilind bû. Lê gava mirov bi dewletên din ên Ewrûpa re dide ber hev Swêd hê jî pir li paş e.

Bi îhtîmaleke mezin sebeb jî ew e ku gelek kes guhê xwe nadinê an jî nizanin ew ê çawa xwe ji bo dayina organan qeyd bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista