Imamen Obidkhon och sonen David
Melayê ozbekî û kurê wî. Wêne: Privat foto
Tawan

Dosyaya hewldana kuştina melê tê girtin

2:38 min

Berya pênc salan li bajarê Strömsund li bakurê Swêdê, melayekî bi eslê xwe ozbekî rastî teşebiseke kuştinê hat. Niha bêyî ku doz zelal bûbe dosya tê girtin.

 

Kister Petersson ku dozgerê pirsê ye dibêje:

Tişta ji min hat min kir û niha min biryar daye ez lêkolînê bigrim.

Di 2012ê de melayekî ku ji ber sebebên siyasî ji Ozbekîstanê reviyabû Swêdê rastî êrîşeke çekdarî hat. Kesekî bi debancê gule di serê wî de teqand û mela giran birîndar bû. Sê salan piştre zilamekî 40 salî ew jî ji Ozbekistanê ji ber vê êrîşê cezayê muebedê lê hate birîn û hate dersînor kirin.

Dozgerê swêdî gihabû wê qenaetê ku rejîma Ozbekîstanê emrê kuştina melê dabû.

Di lêkolîna vê dozê de diyar bû ku kesekî ji Ozbekîstanê gelek caran pere razandine ser navê êrîşkar û loma weke tehrîkker doz li wî jî hatibû vekirin, lê ew bi xwe li Ozbekîstanê bû. 

Di 2014ê de dîsa melayekî ozbekî li Stenbolê hatibû kuştin û tê ragihandin ku destê heman kesî di vê êrîşê de jî hebûye. 

Lê niha Ozbekîstanê ragihandiye ku ev kes miriye, loma dosya tê girtin û lêkolîna bê destê rejimê çiqas di vê meselê de hebû bêbersiv dimîne. 

Heçî melayê birîndar e, ew piştî êrîşê bi demekê ji komayê rabûye, bes felc bûye û li ciyekî veşartî tê tedawî kirin. Kurê melê David Nazarov dibêje digel vê êrîşa xedar jî bavê wî li jiyanê maye, lê di halê miriyan de ye. 

Li ser vê êrîşa ku li Swêdê deng vedabû bernameya radyo ya P3 Dokumentär belgefîlmek çêkiriye û ew îro tê weşandin.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".