.
Wêne: Henrik Montgomery/TT

Peqîn û kuştî li Vårby Gård

2:04 min

Roja yekşemê zilamekê 60-salî li başûrê Stockholmê li Vårby Gård di egera peqînekê de hat kuştin. Polîs di wê bawerê de ye ku ew peqîn ya narincokekê bû.

Herweha jineke 45-salî jî di wê peqînê de birîndar bû. Polîs hîn ne pişt rast e ka egera peqînê bi duristî çi bûye û lêkolîn di wî warî de berdewam e. Polîs bi hêvî ye ku bikare derbarê wê bûyerê zêdtir zanyariyan ji wê jinê bizane.

Lasse Andersson ku mala wî nêzîkî wê peqînê ye gelek ji ya qewimî êciz e, ku di nîva rojê de tiştek wilo çê bibe, ku mirov tiştekî ji erdî rake û pê ve bipeqe.

Roja yekşemê seat 11.00yê rojê agahdarî li ser bûyerê gihîşt polîsan. Zilamekî dest da ku tiştekî ji erdî rabike û ew pê ve peqî. Ew zilamê 60-salî birîndar bû û li nexweşxaneyê mir.

Ciyê ku peqîn lê çê bûye nêzîkî metroya Vårby Gård e û gelek hatinûçûn li wir heye û nêzîkî dibistanekê ye.

Mia Bergman ji şaredariya Hudinge li ciyê bûyerê bû û ji nûçegihana Radyoya Swêdê re diyar dike ku xelk ji ya qewimî nerehet e. Ew dipirsin bê ka ew kî ye yê ku hatiye kuştin, kî ne tawankar û ka polîs çi dike.

Îro sibê li ciyê ew zilam lê hatibû kuştin xelkê hevxemiya xwe diyar kiriye û li wê derê çend gul hatine danîn û çend şemal hatine pê xistin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista