.
Wêne: CLAUDIO BRESCIANI / TT
Pirsa namûsê.

Hîn zewaca bi zorê ya zarokan dewam dike

3:50 min

Parsal, di navbera meha du û neh de haya Tîma kompetensa neteweyî (Nationella kompetensteamet) ji 46 haletên şîdet û tahdeyên li hember zarokan yên girêdayî namûsparêziyê bû.

Teqrîben, di hemî wan haletan de haya yek yan çend daîreyan ji wê hebû ku ew zarok di rewşên ne baş de ne û dikarin bi zorê bên zewicandin. Lê tevî wê jî 46 zarok bo derveyî Swêdê hatin birin û bi zorê hatin zewicandin.

Juno Blom koordînetora Tîma kompetensa neteweyî derbarê wê çendê dibêje li şûna ku daîreyên peywendîdar gavên pêwîst bihavêjin û zarokan biparêzin, ew peywendiyê bi dêûbavan re datînin. Vê jî weha kiriye ku ew dêûbav zû wan zarokan bibin derveyî Swêdê û li wir bizewicînin.

Heta weha çêbûye ku babekî keça xwe ya zarok biriye welatê xwe yê jê hatibû Swêdê û li wir hem hevwelatîbûna wê ya Swêdî bi resmî red kiriye û hem jî ew zewicandiye. Ew keç ji wir reviyaye û dîsan hatiye Swêdê, lê û ji ber ku hevwelatîbûna wê ya Swêdî nemaye, lewma daîreya xizmetên civakî nikare jê re alîkar be.

Radyoya Swêdê dîdar li gel keçekê ji wan 46 keçên biçûk yên ku bi zorê bo derveyî Swêdê hatine birin û zewicandin kiriye. Tevî ku wê gelek caran daîreya xizmetên civakê (socialtjänsten) li ser zoriya li wê dihat kirin aghadar kir, ew hat neçar kirin ku here welatê dêûbav jê hatibûn û li wir bi yekê du caran ji wê mezintir hat zewicandin.

Ew keç dibêje wextê wê giliya xwe biriye cem sekretera sosyalê û jê re behsa tehdeya dêûbavên xwe kiriye, wê sekeretera sosyalê diya wê  bi her gotin û giliyeke wê agahdar kirye. Ew dibêje pey wê ew li mal hatiye êşandin û rewşa wê xerabtir bûye.

Gulan Avci seroka federasyona jinên ser bi partiya Liberalan rexneyê li daîreya xizmetên civakî dike û diyar dike ku sebeba vê xemsariyê ew e ku karmendên daîreya xizmetên civakî ji binî heta serî zanyariyên baş derbarê kulrura namûsparêziyê û çawaniya miamelekirinê bi vê pirsgirêkê re nînin.

Åsa Regner wezîra zarok û wekheviyê tekezê li wê dike ku wan wezîfe daye birêvebriya karûbarên civakî ji bo çêtir berdestkirina zanyariyan ji karmendan re û herweha ka çawa miameleyê li gel van cure pirsgirêkan bikin.

Ew diyar dike ku projeyeke wan jî heye ku kar dike ji bo guhertina vî awayê hizirkirinê di nava dêbavan, kur û mêran û di dibistanan de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista