Robotar hanterar ansökningar om bidrag på en minut.
Wêne: Sveriges Radio

Bi xêra robotan kar ket dest gelekan

2:13 min

Hejmara kesên alîkarî ji şaredriya Trelleborg distand, di sala derbasbûyî de, kêm bû û di eynî wextî de gelek kesan ji wan yên ku alîkarî werdigirtin kar bi dest xwe xistin.

Sedema vê guhertinê jî ew robot in, yên li ciyê mirovan li daxwaznameyên alîkariya aborî dinerin û bersiva wan didin.

Niha li Trelleborg mirov daxwaza alîkariya aborî bi rêya elektronîk ji şaredariyê dike. Robotek yan algoritmek ku girêdayî gelek daîreyên wekî ya karî û kaseya sîgorteyê ye, li wê daxwaznameyê dinere û bersiva wê dide û biryarê dide ka mafê wî kesî ji bo alîkariyê heye yan na.

Eleonore Schylter ji birêveberiya daîreya karî li Trellebor bi wê dilxweş e ku ev karê wan serkeft. Bi gotina wê robot di hundirê yek deqîqeyê de hemî karê xwe dike.

Her ji ber vê jî hejmara karmendên girêdayî pirsên alîkariyê jî kêm bûye. Robot bi karê serekî ku bersiva daxwaznameyan e radibe. Û li aliyê din karmend hene alîkariya wan kesan dikin yên ku heqê wan yê alîkariyê aborî tune ye, ji bo ku karî ji wan re peyda bikin.

Parsal bi xêra vî karê robotan 450 kes ji xelkê Trelleborg yê ku alîkarî distand bûn xwedî kar. Diyar e di siberojê de dê robot yan algoritm briyaran di gelek waran de bidin.

Her çi qas ev li gor lêkolînerê siberojê Anders Ekholm ji Enstîtuya lêkolînên siberojê pêşdeçûnek pozetîf e, lê bi dîtina wî algoritm ji derheqa her tiştî dernakeve.

Ew dibêje gelek giring e ku mirov dema sîstemeke algoritmî çê dike wê ji bîr neke ku divê alîkariya destkî jî pê re hebe, ji ber ku pirsên weha dikarin bên pêş ku robot nikarin serederiyê li gel bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".