.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Zilamek li Rinkeby hat kuştin

2:48 min

Êvara doh li Rinkeby li rojavayê Stockholmê zilamek hate gulle baran kirin û kuştin.

Ev bûyer li nêzîkî metroya Rinkeby qewimiye û polîsan dest bi lêkolînê û jêpirsîna şahidan kiriye. Berî serê salê jî li Rinkeby kesek hat kuştin.

Jan Evensson şef li sekreteriya polîsê Stockholmê ji P1 ya Radyoya Swêdê re diyar dike ku nakokiyên di navbera grûpên tawankariyê de li vê herêmê di van demên dawiyê de dijwartir bûne. Ew dibêje ku ev desteyên tawankaran tîcareta narkotîkê dikin û şerê di navebra wan de jî li ser wî bazarî ye.

Jan Evensson behsa zêdûna şîdetê û bikaranîna sîleh û narincokên destî di van salên dawiyê de dike tevî ku wan parsal gelek gavên baş havêtine.

Bi dîtina wî polîs û girtin û sizadan ji bo çreserkirina vê problemê têrê nake. Ew vê wekî pirsgirêkek civakî dibîne û dixwaze ji hemî aliyên civakî ve û li xwendingehê kar li ser bê kirin.

Roja yekşemê jî li Vårby Gård zilamekê 60-salî di egera peqîna narincokeke destî de hat kuştin û jinek hat birîndar kirin.

Di van sê salên dawiyê de hejmara bûyerên ku narincokên destî tê de hatine bi kar anîn û narincokên hatine desteser kirin zêdebûne.

Li gor polîsê Stockholmê par, di yazde mehan de 12 narincokên destî bes li herêma Stockholmê peqîne.

Bi gotina Linda Staaf şefa desteya îstîxbaratî ya polîsê neteweyî (NOA) bikaranîna narincokên destî zêdebûye û bêhtir di nav grûpen çete û tawankariyê de ye. Bi dîtina wê ew narincok di piraniya caran de bi qeçaxî li gel sîlehan ji welatên Yogoslaviya berê tên nava Swêdê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".